Hevserokên Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed û Eyhan Mûrad, cîgira wan Sûad Xelo û endamên komîteyê yên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê ji bo serdana gelê Êzîdî bikin, çûn Şengalê.

Şande destpêkê çû serdana Navenda Meclîsa Êzîdiyan a Şengalê ku li Çiyayê Şengalê ye. Şande ji aliyê Serokê Meclîsê Xidir Salih û hin endamên meclîsê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Ebdulselam Ehmed û Eyhan Mûrad axivîn û bal kişandin ser berxwedana Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên ku Şengal rizgar kirine silav kirin. Di axaftinên xwe de komploya ku li dijî gelê Şengalê pêk hat, bi bîr xistin û gotin, hin aliyên behsa kurdayetiyê dikin jî yek ji parçeyê vê komployê bûn.


Ji bo gelê Rojava spasî

Serokê Meclîsa Êzidiyên Şengalê Xidir Salih bal kişand ser alîkariyên gelê Rojava daye Şengaliyan û spasiyên xwe pêşkeşî wan kir.

Endamê TEV-DEM’ê Mihemed Arif Hemdûn ê ji pêkhateya Ereb jî axivî û got, çarenûsa gelên herêmê yek e û got Kurd û Ereb li ser hîmê biratiya gelan bi hev re dijîn. Mihemed got, dijberên gelan çi bikin jî dê nikaribin jiyana hevbeş têk bibin û anî ziman ku ev yek bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Şandeyê piştî serdana Navenda Meclîsa Êzîdiyan a Şengalê, berê xwe da konê sersaxiyê yê Şervana YPJ-Şengalê Bêrîvan Şengal (Dunya Zat Seîd Hesen) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe jidest da. Şande bi bavê têkoşer Bêrîvan, Seîd Hesen re axivî. Seîd Hesen got, ew bi şehadeta keça xwe serbilind e.

Ebdulselam Ehmed û cîgira wî Sûad Xelo jî axivîn û sersaxî ji malbatê re xwestin, her wiha rizgarkirina Şengalê ji çeteyan li tevahiya gelê Êzidî pîroz kirin.

Piştre endamên şandeyê û Endamê Koordînasyona Cîvaka Êzîdî Zekî Şengalî behsa tevgera hêzên dewleta Tirk û herî dawî Rojava gotûbêj kirin.


Serdana şervanan kirin

Şandeyê piştre berê xwe da bajêr û serdana hêzên Gerîlla û şervanên YBŞ´ê kir. Li wir şande ji aliyê endama Meclîsa Jinên Êzidî, Serhildan Serkeftin û Fermandarê HPG’ê Dilşêr Herekol ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê berxwedana Şengalê û cangoriyên wê de axaftin hatin kirin. Di dawiyê de endamên şandeya TEV-DEM’ê xatir ji şervanan xwestin û vegeriyan Rojavayê Kurdistanê. n ANHA/ŞENGAL