Pêr jî 18 hemwelatiyên Ereb qetil kirin
Daxuyaniya TEV-DEM´ê bi vî rengî dewam kir: “Dewleta Tirkiyê ya dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser Rojava û Bakurê Sûriyê dewam dike. Di 27’ê Îlonê de jî dîsa 17 hemwelatiyên Ereb qetil kiribûn. Pêr jî li herêma Babê gundê Silsane bi balafirên şer bomberan kirin û 18 hemwelatî şehîd xistin û gelek birîndar jî hene. Di serî de em êrîşên dewleta Tirkiyê yên hovane û faşîst şermezar dikin. Ji hemwelatiyên ku şehîd bûne sersaxî dixwazin. Em soz didin ku dewleta Tirkiyê ya dagirker ew ê ev daxwazên xwe yên faşîst û yayılmacı li ser gelê Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî û Tirkmen ew ê nikaribe pêk bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN