Endamê Koordînasyonê Aldar Xelîl diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê, bêyî qebûlkirina mafên rewa û demokratîk yên gelê kurd ne mumkun e şoreşa Sûriyeyê bi ser keve.
Di civîna ‘Dostên Sûriye’ de ku bi hevkariya Tirkiye û welatên Rojavayî pêk hat, hat diyarkirin ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) weke nunerê rewa yê Sûriyeyê hatiye qebûlkirin. KNS, di civîna yekemîn a li Tûnisê de jî weke nunerê rewa yê gelê Sûriyeyê hatibû qebûlkirin. Lê di vê civînê de nehat diyarkirin KNS ‘yekane nunerê rewa’ yê Sûriyeyê ye.

Nakokî zêdetir bûn
Endamê TEV-DEMê Aldar Xelîl, derbarê civîna Stenbolê de ji beşê Erebî yê Ajansa Firatê re axivî diyar kir ku civîna li Stenbolê, di dewsa ku yekîtiya muxalifên rejîmê çêbike, hêzên heyî ji ji hev dûr xistine.
Xelîl di axaftina xwe de ev got; "Hêvî ew bû ku dostên Sûrî hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya hêzên opozîsyonê zêde bikin. Her weha me ji wan dixwest, li hemberî hewldanên pêşxistina şerê navxweyî bibin asteng. Lê mixabin tişta derketî holê jihevxistina hêzên opozîsyonê bû. Civînê bi vî awayî nakokiyên navxweyî zêdetir kirin.".

Hêzên din li derve hatin hiştin
Di civînê de ji ber Meclîsa Sûriye a Netewî wekî yekane nûnerê gel yê rewa hate qebûlkirin jî Aldar Xelîl nerazîbûn nîşan da. Xelîl di vê mijarê de weha axivî:  "Îlankirina Meclîsa Sûrî a Netewî weke nûnerê gel, di encama lihevhatinên derbarê mijara pirsgirêka Kurd de pêk hat. Ji xwe di vî warî de helwesta dewleta Tirk eşkere ye. Meclîsa Sûrî ya Netewî beriya civînê  derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ti plan û proje destnîşan nekirin. Li aliyê din, qebûlkirina Meclîsa Sûrî a Netewî weke nûnerê gel, tê wateya neqebûlkirina hêzên din yên opozîsyonê."
Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl diyar kir ku heta mafên gelê Kurd yên rewa bi awayekî fermî û li ser esasê destûra bîngehîn neyên naskirin, şoreşa Sûrî jî ne mumkine ku biserkeve.

ANF/QAMIŞLO