Mazlûm Ebdî li ser hevdîtinên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û dewleta Tirk de got: Ger lihevhatinek hebe wê tenê ne ji bo cihekî lê wê ji bo sînor hemûyî be. Pêkanîna lihevkirinê wê ji navbera Serêkaniyê û Girê Spî dest pê bike û piştre bi herêma Kobanê, Qamişlo û Dêrikê dewam bike.

HALÎT ERMÎŞ / ANHA/KOBANÊ

Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî tekildarî xeta ser sînor diyar kir ku projeya wan hemû sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire nava xwe û ev projeya xwe jî pêşkêşî aliyan kirine û got: “Herêma ku behsa wê tê kirin wê di navbera çemê Firat û Dîcle de be û wê berfirehiya wê jî 5 km be. Ev berfirehî li hin cihên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de 9 km, di qadek biçûk de jî ev mesafe wê bigîhijê 14 km’yan.”

Ebdî bang li gelên herêmê kir û got: “Êrîş û gefên dewleta Tirk li ser herêmê bi dawî nebûne. Divê tekoşîn li hemû cihan mezintir bê kirin.”

Ewlekarî ya sînor e

Pirsgireka ewlehiya sînor di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirk de heye.  Bi şêwazek fermî ji vê re dibejin herêma ewle. Em jî dikarin wek “herêma ewle” bi nav bikin.  Lê naveroka xwe ewlekariya sînor e.

Li ser civîna 3 rojan a di navbera Emerîka û heyeta Tirk de weha got: Ti sedem tine ye ku dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Di we demê de, me ji hevalbendên xwe Emerîkiyan daxwaz kir ku di navbera me û dewlet Tirk de navbêncîtiyê bikin ku em vê mijarê ne bi rêya şer, bi rêya diyalogê çareser bikin. Ev mijar heya niha jî dewam dike û di gelek qonaxan re derbas bû. Gelek caran hevdîtin pêk hatin û gefên dewleta Tirk jî çê bûn. Di vê dema dawî de dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînor bi cih kir û îhtîmala êrîşan gelek zêde bû. Ev jî rastiyek e ku her îhtîmalên şer zêde dibin hewildanên navbeynkaran û lihevhatinan jî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de bi agahiya me, di vê demê de jî hevdîtin pêk hatin.

Me jî û dewleta Tirk jî nêrînên xwe pêşkêş kirin

Li ser pirsa “Di hevdîtinên li Enqerê de daxwazên we jî hebûn ?” Ebdî bi bîr xist ku ew di çarçoveya parastina sînoran de xwedî proje ne û got, “Me projeya xwe pêşkeşî hevalbendên xwe yên Emerîkî kir. Nêrînên dewleta Tirk jî hene û her nêrînên xwe pêşkeşî Emerîka kirine. Di destpêka sale de heya niha li ser van her dû nêrînan hevdîtin têne çê kirin. Lê dewleta Tirk di nêrînên xwe de israr kir û ez bawerim ku hê jî israr dike. Em jî di wê baweriyê de ne ku projeya me pêşkeş kiriye hin zêdetir maqûl, objektîf û ewlekariya her dû aliyan garantî dike. Em di vê baweriyê de ne ku projeya me pêşkeş kiriye wê bimeşe, û bi ser bikeve.

Ger lihevhatinek hebe wê tenê ne ji bo cihekî lê wê ji bo hemû sînor be. Pêkanîna lihevkirinê wê ji navbera Serêkaniyê û Girê Spî dest pê bike û piştre bi herêma Kobanê, Qamişlo û Dêrikê dewam bike.”

Mazlûm Ebdî li ser hevdîtinên navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û dewleta Tirk, got: “Ger lihevhatinek hebe wê tenê ne ji bo cihekî lê wê ji bo sînor hemûyî be. Pêkanîna lihevkirinê wê ji navbera Serêkaniyê û Girê Spî dest pê bike û piştre bi herêma Kobanê, Qamişlo û Dêrikê dewam bike.”

Emerîka di navbera me û dewleta Tirk de ye

Li ser naveroka hevdîtinên dewleta Tirk û Emerîkayan de, û agahiyên di ragihandinê de cih digirin Ebdî weha got, “Emerîkî di navbera me û dewleta Tirk de navbeynkarî dikin. Nêrînên dewleta Tirk ji me re tînin, tiştê ku em qebûl dikin û yên qebûl nakin jî dibêjin. Di heman demê de nêrînên me jî ji dewleta Tirk re dibin û ew jî tiştên qebûl dikin yan qebûl nakin dibêjin. Ev bi vî awayî dewam dike. Di van hevdîtinên dawî de hate mîsogerkirin ku wê hevdîtin dewam bibin. Em vê erênî dibînin. Lihevhatin li ser mijarê giştî hate çê kirin, hîn detay tine ne. Sê mijarên esasî di ragahandinê de derketin mijarên giştî ne û em jî bi wan re ne.

Projeya ku me  pêşkêş kir, li ser sînor 5 km hêzên me YPG/YPJ bên vekişandin. Di şûna wan de divê hêzên herêmî cîh bigirin û ew jî wê gelê herêmê bi xwe bin.  Ev hêz wê ji hêzên Koalîsyonê re di herêmê de karê xwe bi hev re bidin meşandin.  Li her herêmekê meclîsên leşkerî hene. Bajar wê di nav herêma ewle de cîh negirin.

Her kes bixwaze dikare vegere

Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li Tirkiyê, kî bixwaze dikare vegere. Em ne li dijî vegera wan in. Ev jî beşek lihevhatinê ye û me jî qebûl kiriye ku kî bixwaze dikare vegere. Lê belê şertekî esasî ew e, kesên berê di nava El-Nûsra, DAIŞ, komên terorîst de cih digrin  û zor li gelên herêmê kirine, wê li dadgehên me bêne darizandin û piştre karibin di nava civakê de cih bigirin.

Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê

Wezareta Bergiriyê ya Washingtonê yanî Pentagonê ragihand, peymana ‘Herêma ewle’ ya bi Tirkiye re hatiye amadekirin wê ‘qonax bi qonax’ pêk bê û gava yekemîn jî wê bi lez bê avêtin.

Ji berdevkên Wezareta Parastinê Sean Robertson ji AFP’ê re axivî û got: “Di rewşa heyî de ji bo em bi hevkarên xwe yên Tirk re navenda operasyona hevpar ava bikin alternatîfan lêkolîn dikin. Mekanîzmana ewlekariyê wê qonax bi qonax pêk bê. DYE tevî ku nîqaşên bi Tirkiyeyê re didome amade ye ku bi lez û bez dest bi kar bike.”