TEVDA di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Li rexmê ku di ser komkujiyê re salek derbaz bû lê hîna jî ne hatiye zelal kirin. Ev komploya ku kadroyên rêveber û şoreşger yên Kurdistanê armanc girtî, kujerên ev komkujî pêk anîn bi şêweyekî vekirî li pêş çavên hemû cîhanê tên parastin. Ger kujer dernekevin holê jî di dilê hemû mirovahî û gelê Kurd de hatine ceza kirin. Di çerçeveya pilan kirin û pêk anîna wê de ev komkujiyekî siyasiye ku wê bi tekoşîna şoreşger û gelê Kurdê welatparê û dostên wan bê guman wê derbikeve holê.”
TEVDA di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke Tevgera Êzidiyên Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê Şengalê weke TEVDA bang li dewleta Fransa dikîn ku di demekî nêz de vê komkujiyê zelal bike. Çend komkujî veşartî bimîne berpirsê komkujiyê yê serekî dewleta Fransa û hikûmeta wê ye. Ji bo rûyê rast yê komplogeran nîşanî hemû Cîhanê bidin.”
ŞENGAL