Tevgera Azadî bi ciwanan re civiya
EGÎD EREN
KOLN
Ji bo hilbiartin giştî yên Iraqê, hilbijêrên derveyî Iraqê doh û pêr çûn ser sindoqan.
Hilbijartinên giştî li Iraqê îro 12´ê Gulanê) bi rê ve diçin. Ji bo hilbijartinan welatiyên Iraqê yên li derveyê Iraqê jî pêr û doh dengê xwe li navendên diyarkirî bi kar anîn.
Jixwe li Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê ku amadekariyan ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê yên 24´ê Hezîranê dike, ji bo Kurdistaniyên Başûr li Elmanyayê jî weke buroya hilbijartinan xebitî.
Nûnerên Tevgera Azadî yên li Elmanyayê doh li NCDK´ya Kolnê bi ciwanên KUrd ên ji Başûrê Kurdistanê re civînek li dar xist. Li hola bi wêneyên Ocalan, Demîrtaş û sembolên HDP´ê xemilandî pêvajoya siyasî ya li Kurdistanê hat nirxandin. Ji bilî parlamena Iraqê, ciwanan rexne li desthilata 27 salan a PDK´ê li Başûrê Kurdistanê jî girtin.
Endamên Tevgera Azadî, Diyar Bekir û Şahîn Ranyayî bersiva pirsên ciwanan da. Ranyayî rexne li hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê girtin ku rewşa xelkê xweştir nekiriye û got, “Milet êdî wê ji vê rejîma totalîter re bibêje, bes e.” Ranyayî banga destekkirina namzetên Tevgara Azadî kir û ji bo namzetên ji tevgera xwe jî got, „Namzetên me wê bibin nûnerên gel. Ew wekî PDK´yiyan ne nûnerên malbat û berjewendiyan in. Wekî Selahattîn Demîrtaş, Osman Baydemir û Leyla Zana li Iraqê ew ê parazvaniya gelê me li Başûr bikin. Gel wê li parlamenê be.”
Piştî civînê ciwanan berê xwe da konsolosxaneya Iraqê û li wir dengê xwe bi kar anî.