Li navenda Xezelnûs a Silêmanî, 94 rewşnebîr, parlamenter û rojnamegerên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn li hemberî astengî û zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdsitan (Tevgera Azadî) nîşan da û birayara girtina baregehên Tevgera Azadî bi biryareke siyasî bi nav kir. Wan ji hikûmeta Herêma Kurdsitanê xwest li gel Tevgera Azadî danûstandinan bike û dawî li zextan bîne.
Rojnamevan Niyaz Abdulah daxuyanî xwend û got, “Em nerazîbûna tund li hemberî astengî û zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê nîşan didin. Em biryara desthilatê bi biryareke siyasî dibînin. Biryareke neqanûnî ye. Herwiha em bi tundî daxuyaniya balyozê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê şermezar dikin.”
Destek zêde dibe
Kampanya piştgiriyê ya bi Tevgera Azadî re wekî din jî berfireh dibe. Kampanya îmzeyan wê bê destpêkirin û heta 7’ê çile dewam bike. Kampanyayê pêr li Silêmaniyê ji aliyê heman 94 kesayetên rewşenbîr, akademisyen,rojnamevan û çalakvanên sivîl ve hatibû destpêkirin.
Îmzeyê hatine berhevkirin dê radestî Wezareta Hundir, Parleman û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê û Herêma Kurdistanê bên kirin.
Beşdarên kampanyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku dawî li astengî û zextên li ser Tevgera Azadî bîne û destûrê bidiyê ku xebatên xwe yên siyasî serbest bimeşîne.
Kesên bixwazin beşdarî kampanyayê bibin, dikarin bi rêya hejmarên telefonan ên li jêr navê xwe bidin tomarkirin:
Adil Osman: 07701520991
Niyaz Abdulah:07504617014
Seleh Xidir: 07707026212
ROJNEWS/SILÊMANÎ