Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Navenda Polîsan a Rizgarî ya ser bi Silêmaniyê, giliyê Sefîrê Tirk Hakan Karaçay yê li Herêma Kurdistanê kir.

Piştî ku bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatin giritn, Sefîrê Tirk ê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay malavahiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû û di heman demê de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê weke ‘terorîst’ bi nav kiribû.

Li dijî vê heqaretê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê doh li Navenda Polîsan a Rizgarî ya Silêmaniyê giliyê Sefîrê Tirk Hakan Karaçay kir.

Piştî gilîkirinê, Hevserokê Tevgera Azadî, Mihemed Abdullah daxuyanî da û diyar kir ku sefîrê Tirk ji hedê xwe bihuriye: “Sefîrê Tirk serweriya xaka herêmê û Iraqê binpê kiriye. Em li Iraqê partiyeke siyasî û fermî ne, alîgirên me hene. Ji ber vê çendê ew gotinên sefîrê Tirkiyeyê sûcekî mezin e. Me giliyê wî kir.”

 ROJNEWS / SILÊMANÎ