Yeko ARDIL

HDP ya Elmanya di encama xebateke demdirêj de dengên xwe teslîm kirin. Niha dora gokê li Anatolya û Kurdistanê ye. Kurdên Elmanya û dostên wan, her wisa jî pêkhateyên HDP ê kedeke pir sift û giran dan. Li kolanan, li kuçeyan, li malan, li qehwexane û çarşîyan bi kinahî li hemû qadên jiyanê reng û dengê HDP yiyan li dar bû. Ev car gelek derdorên cihêreng jî tevli wan xebatan bûn, mîna ku aliyên heta niha di xefletê de xew kirîn jî bi girîngiya dem û dewranê hesiyayîn û ketin nav lebatê. Ew jî wê bandoreke erênî li rêjeya dengan bike.

Li aliyê din Kurdistan li ser piyan e. Li gel her cure barbarî û çewsandinê jî di xwenîşandan û mîtîngên dawiyê, bi taybetî jî yên Batman û Amedê de tabloyeke serkeftî hat himatê. Li qada ku dîktator û terorîstên wî bi bombeyan êrîşê gel kiribûn, li meydana ku ji gelekan re bûbû goristan û gelekan jî perçeyên laşên xwe li wir hêlabûn, dîsa jî destaneke serhildanê hat nivîsandin. Di dîroka Kurdistanê de evna rojên bi nav û nîşan in, helbet wê gelek behsa van roj û kêliyan bihête kirin. Kes nikare înkar bike ku ew kesên hatîn wan xwenîşandanan mirinê negirtine ber çavan. Ev gel êdî nema disekine, li gel her cure berdêl û xisarê jî di fersenda yekem de cihê xwe di qada têkoşînê de digire.

Ev jî ji gelek aliyan ve hêjayê lêkolînê ye, divêt baş li ser vê bê sekinandin bê ka ev gelê ji ber cendirmeyekî Tirk riya şev û rojan baz dida çawa îro li hemberî tank û topan, li dijî artêşeke xwînmij a sereke ya cîhanê bi tena sere xwe û bi dilê xweyê rûs disekine.

Di rojnameyan de mînakên balkêş hebûn, gelek kesên ku di mîtîngên 7ê Hezîranê de birîndar bûbûn cardin li qada xwenîşandana Amedê bejna xwe li ba dikirin. Ew jî dide nîşan ku gava mirov ji tirsê derbas bûn êdî nema ti hêz dikare qeyd û leleyan li wan bişîdîne. Niha tevgerek ji mirovên wisa hatiye himatê. Di nav de jinên wek Lîsa ya sînemavan hene, bê dest û ling jî li qada pevçûnê vedigerin. Ya ji şoreşa gelê Kurd û pêşengiya wî jî dihête gihiştin, avakirina tevgereke wiha ya gel û bêdawî armancake nebenabe ye. Ev tevger xwe seranser dispêre gel, xwîn, can, mal û tevahiya pêdivî û divêtiyên xwe ji gel temîn dike. Gel serkêşiya wê dike, gel biryarê dide, gel berdêlan dide û gel bi xwe dibe şoreş.

Lewra di her dema tengav û asê ya ku gelek kesên dîtir dibêjin, êdî em nema dikarin rabin ser xwe. Piştî demeke kin em dibînin ku bi sed hezaran herikîne qada xwenîşandan û dibêjin; vaye em li vir in. Bedenên xwe yên nîvçe mayî û perçeyên laşên xwe nîşanê me didin, banga îmanê dikin, dibêjin: Belkî me nekarî em şoreşeke li gorî dîrok û rewşa dinê diyariyê we bikin, lê me tevgerek nemir, bêdawî, bêsinor û herdemî saz kir, ew dê tim ji we re pêşengiyê bike û nehêle dijmin jî di malên xwe de, di qişle û qonaxên dagirkirî de bihêwire.

Wek şehîd Kemal Pîr ji fermandarê artêşa dagirker re dibêje: Me singek wisa di dewleta we de kutaye ka em binêrin hûnê çawa bikarin ji wêna xelas bibin!..

Ew dem hejmara wan bi tiliyan dihatin destnîşankirin, ne gelekî hinde hişyar, ne artêşeke gerîla, ne destek û derfetên navneteweyî hebûn. Lê wan pêşengan karîn û wêrîn wan gotinên dîrokî bikin, karîn di mercên herî dijwar yên li zindanên dijmin de serî netewînin û alaya berxwedanê bilind bikin. Ew ala niha vegeriyaye semboleke enternasyonalî û li gelek parzemînên cîhanê digere.

Niha eniya dîktator ne hinde di nav xweşiyê de ye. Bi gotineke din, ne xwezî bi wî û bi destûpiyên di wî! Niha pir di nav tengasiyê de ye. Heta ku hawara xwe gihand kujera navdar a salên nodî jî. Li aliyekî komkujiyên eşkere yên li pêş çavên cîhanê wek li Pirsûsê dike û li aliyê din jî bi riya medyaya xwefiroş, laşfiroş, wicdanfiroş ve dixwaze ser bûyerê binixumîne, heta hewla avêtina ser HDP ê jî dide lê ev bêhude ye, pûç e. Di dîrokê de ji bilî Agusto Pînoşet û Kenan Evren ti dîktatorên faşîst nekarîne di nav nivînên xwe de bimirin. Wek Îsa Mesîh gotiye: Yê bi şûr re bijî, wê bi şûr jî biçe. Ji bilî çend awerteyan hema bigir tevahiya kujerên wek dîktatorê Tirk jî bi felaket û bobelatên giran ve cihnimîne.

Em çi bêjin, aqubet li serê Erdogan û teyfa wî jî be. Li aliyê din em li benda serkeftineke dîrokî ne. Lê eger bi hîle û xurdeyan, bi dek û dolaban rê li ber me bigirin jî ev tevgera mayînde û nayêşikandin a gel wek karvanê azadiyê wê li têkoşîna xwe dewam bike. Divêt em pê bawer bin ku dem çiqas jî dijwar be, lê serkeftin misoger e.