Divê hikûmet berpirsyariyan bi cîh bîne
Piştî ku forma kampanyayê ji aliyê Berpirsê Nûnertiya Goran Muhendîs Rêbûwar ve hate îmzekirin ji DÎHA'yê re axivî. Rêbûwar, xebatên birêvebirina kampanya îmzeyan weke erkek netewî û pîroz bilêv kir û wiha got: “Ez vê hewildan û têkoşîna we bi şanazî û keyfxweşî pîroz dikim. Ji ber ku azadiya birêz Ocalan weke ji bo mirovahî û gelê Kurd weke pêwîstiyek dîrokî dibînim. Ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê PKK’ê û gelê Kurd bi taybet Kurdên Bakûrê Kurdistanê tişta ket ser milê xwe kirin, lewra niha di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratik ya pirsgirêka Kurd de rêza pêngav avêtinê di destê Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk de ye.”
Rêbûwar bang li dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê û aliyên peywendîdar kir kû ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi riyên demokratik û aştiyane bi awayekî serkeftî bigehe armanca xwe pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Lewra divê hikûmet vê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cîh bîne. Rêveberê Ciwanên ser Tevgera Goran Aso Silêman jî wiha got: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya tevayî Kurdan e. Bila dev ji me berdin û bila Kurd serokatiya me bikin ne Tirk, Ereb û Faris. Lewra divê birêz Ocalan Azad bibe û erkê xwe yê rêbertiyê di nav gelê xwe de pêk bîne.”
Li Duhokê berdewam dike
Kampanya îmzeyan li gundê Duhokê jî berdewam dike. Li gund û navçeyên Duhokê Akre û Siri bi hezaran îmze hatin komkirin. Li Akre dezgeha îmzeyan a hat vekirin rastî eleqeyek mezin hat. Hezar û 500 îmze hat komkirin. Gelê herêmê û pêşmergeyan eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê dan. Endamên Înîsiyatifê diyar kirin ku kampanya rastî eleqeyek mezin tê.
DÎHA/HEWLÊR