Serokê Koma Tevgera Goran a li Parlamenta Kurdistanê Birzo Mecîd got, têkiliyên ku rêveberiya herêmê bi rêya PDK’ê bi Tirkiyeyê re datîne, têkiliyên partiyî û malbatî ne.  Mecîd destnîşan kir ku referandûma serxwebûnê jî bi serokekî ku dema wî ya wezîfeyê qediya ye, nabe. Serokê Koma Tevgera Goran (Guhertinê) ya li Parlamenta Kurdistanê Birzo Mecîd ji ANF’ê re axivî û xwest, parlamenta ku ji ber polîtîkayên PDK’ê teviziye, ji nû ve aktîf bibe. Birzo Mecîd diyar kir ku mijarên têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê û krîza aboriyê divê ji aliyê parlamentê ve bên nirxandin û got, “Niha qala referandûmê tê kirin. Ji bo referandûmê jî pêwîstî bi parlamentê heye.”

Dive hesab bê pirsîn

Mecîd got, “Ji bo sererastkirina karên ne qanûnî yên PDK’ê kirine, divê hewl bê dayîn” û bi vî rengî Serokê Parlametnê û wezîrên ji Tevgera Goran li wezîfeyên xwe vegerin.

Mecîd anî ziman, tevizandina Parlamentê ne ji ber Tevgera Goran e û wiha dewam kir: “PDK û hin derdor dibêjin, ji bo vebûna parlamentê şertên Tevgera Goran hene. Na, ti şertekî me nîne. Ev îdîa li dijî Goran e. Me tenê got, gelek karên li derveyî hiqûqê hatine kirin û divê paralment vê yekê sererast bike.”

Mecîd rexne kir, ku PDK her tiştî şexsî dike û got, “Dibe ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li gorî xwe kiribin malê şexsekî û dibe ku dibêjin ‘tenê Kak Mesûd dikare bibe Serokê Herêma Kurdistanê’. Dibe ku PDK’ê ji bo guhertina Serokatiya Herêma Kurdistanê ji rojevê derxîne, parlament girtibe. Ji ber vê yekê em dibêjin pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê yek ji pirsgirêkên sereke ye.”

Mecîd referandûma serxwebûnê ya ku PDK’ê xistiye rojevê jî nirxand û destnîşan kir, ku ew piştgiriyê didin serxwebûnê, lê belê divê ev yek bi rêya saziyên rewa bê kirin. Ji bo vê jî xwest parlament bê aktîfkirin.

Rewş wê xerabtir bibe

Birzo Mecîd ragihand, têkiliyên bi vî rengî zerarê didin herêmê û wiha dewam kir: “Ji ber ku ev têkilî neteweyî nînin. Dema ku Tirkiyeyê êrîşî pêşmergeyan û şervanan kir, hin pêşmerge û şervan şehîd bûn. Me di daxuyaniyên xwe de ev şermezar kir. Lê mixabin Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan ev bûyer şermezar jî nekirin. Li derveyî vê yekê Wezareta Pêşmergeyan rabû şervan sûcdar kir. Ji ber vê yekê, eger têkilî ne di asta neteweyî de be, rewş wê xerabtir bibe.”

PDK’ê li Şengalê daxwazên biyaniyan bi cih tîne

Têkildarî êrîşên li ser Şengalê Mecîd got, “Ev mijar yekser bi têkiliyên ne zelal ve girêdayî ye. Haya kesî ji van têkiliyan nîne. PDK daxwazên dewletên biyanî bi cih tîne. Sedema vê yekê jî têkiliyên partiyî ne.” 


 ANF/HEWLÊR