Di daxuyaniya HPG'ê de hate ragihandin ku tevgera gerîlayan a di 2'ê Îlonê de ya bi navê "Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda" ya li Elkê ya Şirnexê hatiye destpêkirin berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku serweriya gerîlayan a li herêma Elkê berdewam dike. Hate hînbûn ku di 4'ê Îlonê de di saet 16.00'an de li dijî Girê Çeper ê bi ser Elkê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama çalakiyê de 2 leşker hate kuştin. Hat ragihandin ku heman rojê gerîlayan li nêzî Girê Gûnî yê bi ser Elkê ve li dijî yekîneyeke artêşa tirk a xwestiye dest bi opersayonê bikin çalakiyek lidarxistiye. Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye.
Li ser rêya Elkê-Şirnexê kontrol
HPG'ê her wiha diyarkir ku di 4'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-18.00'an de riya Elkê-Şirnexê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin, nasname hatine kontrolkirin û ji gel ê kombûyî re di derbarê tevgera şoreşgerî ya hatiye lidarxistin û pêşketinên pêvajoyê agahî hatiye dayîn.
Hat hînbûn du di 3'ê Îlonê de di encama çalakiya gerîlayan a li dijî Fermandariya Tugaya li Elkê lidarxistiye de teqînek dijwar qewimiye û şewat destpêkiriye. Têkildarî wendayiyên dewletê yên di vê çalakiyê de agahî ne hatin bidest xistin.
Şer berdewam e
HPG'ê têkildarî hewldana operasyonên artêşa Tirk ên li herêma Elkê de jî ev agahî dan: "Di 5'ê Îlonê de di saet 06.00'an de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk li dijî herêmên Kerko, Beybûn, Meydan Zengilê û Kêjalê yên bi ser Elkê hewldane operasyonê lidarbixînin. Gerîlayên me yê bersiv dane vê hewldanê cîh cîh di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûn diqewimin. Berfirehiyên van pevçûnan her ku zelal bibe wê were parvekirin.
Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya li Elkê de herweha li navçeyên Silopî û Cizirê yên bi ser Şirnexê jî ji aliyê gerîlayên me ve 2 çalakiyên cuda hatiye lidarxistin. Di 3'ê Îlonê de di saet 23.15'an de li ser xeta sînor a navçeya Cizirê li dijî qereqolekê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, di encama vê çalakiyê de 2 leşker hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Di 2'ê Îlonê de di saet 22.00'an de li navenda Silopiyê li dijî polîsên tevgera taybet ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisitin , di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin."
Li Şemzînanê kontrola rê
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku serweriya gerîlayan li Şemzînanê jî berdewam dike û têkildarî liv û tevgera gerîlayan a li herêmê de ev agahî hatin parve kirin: " Di 4'ê Îlonê de di navbera saet 10.30-18.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiyayê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Artêşa dagirker a tirk ên êrîşên xwe yê hewayî berdewam dike, di 5'ê Îlonê de di navbera saet 02.00-03.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Gomanê û derdora bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin."
Helîkoptera darbekirî ket
Di dawiya daxuyaniya HPG'ê de agahî derbarê helîkoptera ku di 4'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayan ve hatibû darbekirin de jî hatin dayin û bi belavkirina van agahiyan hate ragihandin ku helîkopter ketiye: " Di daxuyaniya me ya di 4'ê Îlonê de me li di derbarê helîkoptera skorskya ji navçeya Gevera Colemergê ber bi çiyayê Gomana Şemzînanê ve difiriya lêdana gerîlayên me ya li nêzî gundê Şapatayê û derbexwarina wê û dîsa naçarmayina wê û li Girê Radiolinkê daketina wê hatibû ragihandin. Li gor agahiyên nû yên gihîştin ber destê mehelîkopera skorskya xwestiye li girê Radiolînkê bi lezgîn dakeve, li vî girê ketiye xwarê. "
ANF/BEHDÎNAN