Li gorî agahiyên nûçegihganê RojNewsê ji gundên ser bi Helebce û Pênciwênê wergirtî, ev demek e ku liv û tevgera hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilat zêde bûye. Hate ragihandin ku Îranê li ser sînorê parêzgeha Helebce û bajarokê Seyîd Sadiq dest bi tevgereke berfireh a leşkerî kiriye û xwe li herêmê bi cih dike.

 

PJAK’ê agahî piştrast kir

Der barê heman mijarê de Endamê Meclîsa PJAK’ê Baran Bêrîtan ji RojNews re axivî û diyar kir ku çêkirina qereqolên li ser sînorê Başûr û Rojhilat di demekê de ye ku hêzên artêşa Îranê li hemû parêzgehên Rojhilat dest bi çêkirina baregehên leşkerî û nûkirina binkeyên leşkerî yên li ser sînor kiriye.

 

‘Ev du hefte ne tevgera leşkerî zêde bûye’

 Baran Bêrîtan diyar kir ku ev du meh in tevgera leşkerî ya Îranê li ser sînor dest pê kiriye û got: “Lê di du heftiyên derbasbûyî de tevger gelekî zêde ye. Di navbera gundên Siyana yê ser bi Merîwanê û gundê Kanî Sêw ê ser bi Pênciwînê li nêzî deriyê ticarî yê Tûtman baregeheke serbazî ya kevin tê nûkirin. Ev binkeya serbazî demeke dirêj nedihat bikaranîn. Lê dîsa tê nûkirin.”

 

‘Nêzî 100 yan 200 caş hatin bicîhkirin’

 Bêrîtan da zanîn ku li heman herêmê gelek konên leşkerî hatine danîn û ev agahî dan: “Nêzî 100 yan 200 caşên ji Merîwan û Sinê li wir hatine bicîhkirin. Li gorî agahiyên di destê me de caşên ku ji Merîwan û Sinê tên, cilên Kurdî li ber xwe dikin. Bi taybet di van du rojan de liv û tevger gelekî zêde bûye.”

 

‘Helîkopter sînorê Başûr dibezînin’

Rêveberê bajarokê Xurmalê, Simko Salar ji RojNews re diyar kiribû ku heta niha hêzên Îranê sînorê Başûr derbas nekirine lê belê Baran Bêrîtan diyar kir ku beriya bi du rojan helîkoptereke hêzên Sipah sînorê Herêma Kurdistanê bezand û da xuyakirin ku bi maşînan çekên giran, topên 120, hewan û doşka ji baregehê re tên.

 

‘Baregeh tevahiya herêmê dibîne’

Li ser stratejîkbûna cihê baregeha leşkerî de jî Bêrîtan diyar kir ku baregeh tevahiya deşta Şarezûr, bajarokên wek Seyîd Sadiq, Derbendîxan û Erbetê heye û got: “Hêzên rejîmê ji Merîwanê heta baregeha ku nû çêdikin, cadeyekê jî çêdikin û cade hatiye asfaltkirin jî.”


 ‘Fermandarekî serdana baregehê kir’

Li ser liv û tevgera artêşa Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Baran Bêrîtan destnîşan kir ku beriya çend rojan fermandarekî payebilind ê Sipahê Pasdaran bi helîkopterê serdana ve bargehê kiriye û xebatên li wir şopandine.


‘Îran dixwaze bike baregeha Fûzeyan’

Endamê Meclîsa PJAK’ê diyar kir ku baregehên bi vî rengî naşibe qereqolên normal û got: “Wer xuya dike ku Îran dixwaze wir jî bike baregeha Fûzeyan. Jixwe di van demên dawî de li parêzgeha Urmiye, Kirmaşan û Sinê tevgereke zêde ya hêzên Sipah a Îranê heye.”

Baran Bêrîtan di dawiya axaftina xwe de got, ji ber sewqiyatên leşkerî bi taybetî deriyê tîcarî yê Tûtman ji bo demekê hat girtin û destûr nehat dayîn ku kasibkar herin û werin.




GELAWÊJ EWRÎN/ROJNEWS