Civîna şandeya KNK’ê ya ji bo li dar xistina civîna şêwira neteweyî ya li gel Tevgera Îslamiya Kurdistanê bi dawî bû. Piştî civînê her yek ji Berpirsê Desteya Rêveberiya Polîtburoya Tevgera Îslamî Kamîl Hacî Elî û Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Faruq Cemîl di daxuyaniya çapemeniyê de axivîn.

Kamîl Hacî Elî di daxuyaniya çapemeniyê de anî ziman ku ew ji bo KNK’ê piştgir in û got: “Em weke Tevgera Îslamî piştgiriya KNK’ê dikin û spasiya wan dikin ku ji berî li dar xistina kongreya neteweyî fikrên aliyên siyasî werdigire. Her wiha em daxwazê ji KNK’ê dikin ku alîgiriya ti kes û aliyekê neke û bê alî kar bike.”

Piştre Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Faruq Cemîl jî axaftinek kir û got: “Emê heya amadekariyên kongreya neteweyiya Kurd li Başûrê Kurdistanê, serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî  bidomînin.”

Piştî civînê li gel Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Şandeya KNK’ê serdana Ofîsa Serokê Komeleya Îslamî ya li Hewlêrê kir û şande ji aliyê Serokê Komeleya Îslamî Elî Bapîr û Endamê Desteya Rêveber a Komele Mihemed Hewlêrî ve hat pêşwazîkirin. 


 ROJNEWS/HEWLÊR