
Ev hevdîtin girîng e
Buldan destnîşan kir ku ji bo derbasî pêvajoya muzakerayan bibin divê daxwaz û makanîzmayên hatine xwestin pêk bên. Buldan got: "Ji ber vê yekê civîna dawiya hefteyê em li dar bixin gelek krîtîk e û nirxandinên Birêz Ocalan dê gelek girîng bin. Em hevdîtinên xwe yên bi hikûmetê re didomînin. Ji ber ku hevdîtina dawî me dikin gelek krîtîk e. Dema em çûn Birêz Ocalan dê ji me naveroka hevdîtinên me bi hikûmetê re kirin bixwaze û têkildarî gavên bên avêtin hikûmet çi difikire û dê kengî bavêjin ji me guhdar bike. Divê mirov vê yekê vekirî bêje. Ev pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehiyê re nayê çareserkirin. Pirsgirêkekî hêj bêtir muzakere, diyalog û hevpariyê ye. Ji ber rêbazên leşkerî pirsgirêk ewqas mezin bû. Ji xwe di vê mijarê de polîs û leşker bi raye ne. Ji ber vê yekê heke paketa ewlehiyê derbikeve dê zirareke mezin bide pêvajoyê. Ji bo ev paket jî dernekeve em dê di nava kedekê de bin."
Hikûmet polemîkan diafirîne
Pervîn Buldan bibîrxist ku ji ber hikûmet gavan navêje û her tim polemîkan diafîrîne di serê mirovan de AKP vê pirsgirêkê çarser nake diafîrîne. Buldan wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Nêzî 2 salin pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye û ji destpêkê heya niha pirsgirêkên tên zîman hene. Gavê hikûmet bavêjin hene. Li hemberî vê yekê gavên tevgera kurd bavêtin hene. Di hevdîtina me ya dawî de Birêz Ocalan got, "Divê hikûmet û kurd bi hemwextî gavan biavêjin' Lê mixabin hikûmetê di vê mijarê de tu bawerî neda. Ji ber ku ev pêvajo tenê ya kurdan nîn e ya hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn e. Ya hikûmetê kir tenê zagoneke çerçeveyê ye û pêdiviyên vê zagonê jî bi cih nayne. "
Şert û mercên Ocalan
Derbarê gavên divê bên avêtin de Buldan wiha got: "Em her tim dibêjin tenê heyetên siyasî diçin giravê û ev têr nake, divê çaveke sêyemîn ê lîjneya şopandin an jî heyeta hakeman jî biçe. Heke lijneya mirovên aqilmend baş hatiba bikaranîn wê demê dê mirovên aqilmend rastî jî peywira xwe bi cih anîban û îro hewcehî bi çavê sêyemîn nedibû. Dîsa pirsgirêka sekreteryayê heye. Birêz Ocalan di hevdîtinan de nikare nîşeyan bigire û derfetên wî yên wisa jî tunene. Ji ber vê yêkê hevdîtin bên qeydkikrin û sekreteryaya ji wî re bibe alîkar girîng e. Di vê çarçoveyê de divê 5 girtiyên nû biçin giravê. Dîsa daxwaza heyet berfireh bibe heye. Li gel van hemûyan ji bo pêvajoya diyalogê vegere pêvajoya muzakereyan dibe ku Birêz Ocalan dibe bangekekê bike. Lê divê di demek kin de ev hemû bikevin jiyanê."
DIHA/ENQERE