Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî çalakiyên gerîlayan de agahiyên berfirah dan. Têkildarî tevgera gerîlayan de HPG'ê ev agahî dan: "Di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê tevgera şoreşgerî ya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû destpêkirin li gor plansaziyê berdewam dike. Artêşa dagirker a Tirk ku zêdetirî du hefteyan nekarî pêş de biçe, naçar maye paş de vekişe. Serweriya hêzên me li herêmê hîn jî berdewam dike.
Di encama pevçûnên dawî de gerîlayên me 2 dûrbînê roj, dûrbîneke şev û 500 guleyên BKC desteser kiriye. Artêşa dagirker a Tirk di 10'ê Tebaxê de li dijî Geliyê Nîkola û Gundê Arê yên bi ser Şemzînanê ve bi hewan û obusan bombebaran kiriye."
Li Silopî çalakî
HPG'ê ragihan ku li Silopî ya Şirnexê jî li dij qereqola sînor çalakî pêk hatiye û ev agahî hatin dayin: "Di 10'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li navçeya Sîlopiya Şirnexê li dijî Qereqola Kelîka Sînor ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk li dijî herêmên Sinaht, Gumruk, Bezenîk û Dêreşîşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gundiyên herêmê naçar mane ji herêmê dûr bikevin, herweha şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. "
Tumena li Geverê bû hedef
Cihekî din yê ku gerîlayan çalakî lidar xist Gever a Colemêrgê bû. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê aşkere kir ku di 10'ê Tebaxê de di saet 21.30'an de li navçeya Gevera Colemergê lidijî Biryargeha Fermandariya Tumenê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku derbarê hejmara kuştî û birîndaran agahî ne hatiye bidest xistin.
HPG'ê têkildarî çalakiya birîna rê û kontrolkirina nasnameyan ya li Geverê de jî ev agahî dan: " Di 11'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li ser riya Gever - Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di vê kontorlê de tirek ji qereqola Şitazinê re erzaq û alavên leşkerî bar dikir ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Ajoker Abdulbasit Aydin jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin."
Çarçela hate bombebaran kirin
HPG'ê têkildarî tevgera hêzên artêşa Tirk jî agahî da û ragihand ku herêma Çiyayê Çarçela hatiye bombebaran kirin û ev agahî bi raya giştî re parve kirin: " Di 11'ê Tebaxê de ji saet 17.00'an heta 12'ê Tebaxê saet 03.00'an li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di 12'ê Tebaxê di saet 06.00'an de jî li dijî Girê Remo û Deriyê Derya yê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin."
Pir hate rûxandin
Pira Xaşkan a di navbera Gever - Şitazinê beriyê niha ji aliyê gerîlayan ve hatibû rûxandin ji aliyê artêşa Tirk careke din hatibû avakirin. Li gor agahiyan Di 11'ê Tebaxê de derengiya şevê ji aliyê gerîlayan me ve ev pir careke din hate rûxandin. HPG'ê ragihand ku hêzên artêşê ku nekarîbûn bi rêya bejahî biçe Şitazin - Oramarê di 12'ê Tebaxê de di saet 09.00'an de helîkopterên skorsky û kobrayên dixwestin erzaq û alavên leşkerî veguhezînin vê herêmê lê belê ji ber çalakiya gerîlayan neçar mane paş ve vekişin.
'Êrîşa li dij Saît Dinç provokasyon e'
HPG'ê bal kişande ser provokasyonên li herêmê û derbarê êrîşa li dij Mehmet Saît Dinç a li herêma Gerdiyayê de ev agahî dan: " Li navçeya Şemzînana Colemergê li herêma Gerdiyayê li dijî mala Mehmet Saît Dînç êrîşeke çekdarî hatiye lidarxistin. Ev êrîş ji bo Eşîra Gerdî li dijî me were sorkirin ji aliyê kontrayan ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk ve hatiye lidarxistin. Tu têkiliya tevgera me û gerîlayên me bi vê êrîşê re nîne."
Li Amedê çalakî
HPG'ê bibîr xist ku di 5'ê Tebaxê de li navenda Amedê li Batikentê li dijî Fermandariya Kolorduya 7. ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê hejmara kuştî û birîndarê hêzên dewletê nehatine zelalkirin. Her wiha HPG'ê tîldarî çalakiyeke din a li Amedê de jî ev agahî dan: "Di 9'ê Tebaxê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dijî polîsên tevgera taybet ên diçe qereqolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin."
Li Pîranê rê hate girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê aşkere kir ku di 11'ê Tebaxê de di navbera saet 17.30-20.00'an de li ser riya navçeya Pîranê û Qereqola Şingirika Amedê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyeke rêbirîne hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de nasname hatiye kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Her wiha aşkere bû ku di dema kontrolê de keseke bi dijmin re hevkariyê dike li pêşiya gel dadgehek hatiye damezrandin û hatiye darizandin. Piştî dadgehê li ser daxwaza gel bi şertê careke din bi dijmin re nexebite ev kes serbest hatiye berdan.
Li Hatayê serdegirtina şantiyeyê
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê diyarkir ku di 11'ê Tebaxê de di saet 19.30'an de li li navçeya Dortyola Hatayê li dijî şantiyeyeke li Bajaroka Payasê ya Febrîqeya Demîr-Çelîk a Skenderûnê ji aiyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 wesayitê kar ji aliyê gerîlayen me ve bi şewatê hatiye rûxandin.
Nasnameya gerîla aşkere bû
Di 10'ê Tebaxê de li navçeya Elbaka Wanê di navbera Guzeldere û Bableşînê ji aliyê artêşa Tirk ve operasyonek hatibû lidarxisin. Di encama çalakiya ji aliyê gerîlayan ve hatibû lidarxistin de 18 leşker hatibû kuştin. Her wiha hatibû ragihandin ku gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye. HPG'ê ragihand ku gerîlayê jiyana xwe ji dest daye Îsmet Karak ê bi navê kod 'Çem Suruç' e.
Her wiha HPG'ê derbarê nasnameya 5 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabûn de jî agahî bi raya giştî re belav kirin. HPG'ê derbarê nasnameya 5 gerîlayên ku beriya niha hatin aşkere kirin de ev agahî dan:
- Latîfe BAran (Ekîn Denîz) ji Elkê ya Şirnexê.
- Azîz Zengel (Serxwebûn Wan) ji Wanê.
-Mehmet Emen (Mîrza Zagros) bi eslê xwe ji Mêrdînê, li Yuregir a Edenê ji dayik bûye.
- Îsmaîl Zamanî (Siyabend Canfeda) ji Urmiyeyê.
- Şîrvan Ahmet (Şoreş Samûray) ji Kobanî.
ANF/BEHDÎNAN