SERKAN DEMÎREL / ANF/CENEVRE

Wekîla Partiya Sosyalîst a li Parlamenta Neteweyî Laûrence Fehlmann Rîelle li ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, helwesta Ewropayê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.Rîelle işaret bi fikarên xwe yên li ser Tirkiyeyê kir û got, “Erdogan piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket otorîteya xwe ava kir û zext li her kesî kir.”

Ewrûpa Erdogan mezin kir

Larence Fehlmann Rielle bahsa berpirsyariya Ewrûpayê ya di vî warî de jî kir û got, “Ewrûpa ku hikûmeta Erdogan destpêkê weke Îslama nerm û modern pênase dikir û destek dida, di rewşa heyî ya Ewrûpayê de roleke mezin lîst. Peymanên bazirganiyê yên wê wextê hatin îmzekirin û heta niha jî didomin, ji Erdogan re bûn alîkar ku ewqasî xurt bibe. Serkêşên van welatan jî Ingilîstan û Elmanyayê ne.”

Ocalan aktorekî mezin e

Di dewama axaftina xwe de Rielle li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, “Rewşa Ocalan gelekî girîng e. Bi rengekî vekirî mafên mirovan ên Ocalan tên binpêkirin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan aktorekî mezin û girîng e. Ocalan yek ji îmajên herî girîng ên PKK’ê ye. Ji binpêkirina mafên mirovan ên Ocalan, Konseya Ewrûpa, Parlamenta Ewrûpa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) jî berpirsyar in. Bêdengiya van saziyan ne ya fêhmkirinê ye.”