Kalkan da xuyakirin ku li Kurdistanê rojên dîrokî tên jiyîn û got, „Li aliyekî xwerêveberiyên demokratîk tên ragihandin, li aliyê din lid ijî feraseta rêvebirina xwe ya gelê Kurd, polîtîkayên zextê yên dewletê zêde dibin.“

Kalkan bû mêvanê bernameya Politic Alan a Mednûçe û bûyerên dawî yên di rojevê de nirxand. Kalkan bal kişand ser biryara hilbijartina pêşwext û ev nirxandin kir: „Gelo ya di 7’ê Hezîranê de pêk hat, ne hilbijartin bû? Çima hurmet ji wê vînê re nehat nîşandan? Çima ew vîn nehat bikaranîn? Kî dizane ku wê ji vîna nû derkeve holê re hurmet were nîşandan, bê meşandin?“

Kalkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: „Niha Tayyîp Erdogan dibêje ‘ez serfermandar im, min her kes têk bir‘, lê belê bila li paşeroja xwe binêre. Ev 35 sal in me ev gotin gelekî bihîst.  Yên ji Erdogan bêhtir bi îdîa û ji xwe bawer hebûn. Encam; li pêş çavan e. Aqûbeta Erdgoan jî wê ji ya wan ne cudatir be. Encamên hilbijartinê ne li gorî hesabên Erdogan bûn. Ti carî nedihat bîra Erdogan ku HDP bendê derbas bike.“


Plana me ya şer tune bû

Kalkan bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li hemberî pêkanînên AKP’ê û destnîşan kir ku ev helwesta civakê ya ji AKP’ê re „êdî bes e“, „raweste“, gelekî dîrokî ye. Kalkan anî ziman ku tevlîbûna çapemeniyê li merasîmên cenazeyan hatiye qedexekirin û nerazîbûna malbatên leşkeran bi vî rengî nirxand: „Hemû malbatên leşkeran nerazîbûnê nîşan didin. Ya divê were kirin çi ye? Wê demê bila ciwan neçin leşkeriyê. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîste ciwanên Tirkiyeyê ji bo qetilkirina Kurdan neçin leşkeriyê. Ciwanên Kurd jî divê qet neçin leşkeriyê.

Polîtîkayeke me ya şerekî li dijî artêşê tinebû. Me paradîgma guherand. Ev şer, ji ber êrîşeke AKP, Tayyîp Erdogan pêk hatiye.“


Ji bo HPG-YJA bang

Kalkan têkildarî rêveçûna şer û çalakiyan jî bang li hêzên HPG-YJA Starê kir: Bi ti awayî li hemberî leşkerên derneketine operasyonê, êrîşî gel û gerîla nekirine, bi rêveberiya siyasî re eleqedar nabin, bi navê parastina welêt li ser sînor in û di qereqolan de ne, êrîşan nekin. Ev ne li gorî nêrîna me ye. Ti hêzeke gerîla divê bi ti awayî nekeve nava pêkanîneke zerarê bide gelê sivîl. Kî vê bike, wê sûc bike û em ê darizînin.“


Tevlî lîstika şer a AKP’ê nebin

Kalkan di dewama axaftina xwe de ev bang li hêzên leşkerî û yên din kir: „Bila tevî lîstika şer a AKP’ê nebin. AKP dibêje ‘ez ê dîktatoriya xwe ava bikim, ez ê di rêveberiyê de bimînim, hemû dewlet û artêş ê desthilatdariya min a siyasî biparêzin’ û bi vî rengî êrîş dikin. Tevlî van êrîşan nebin. Bila tevlî daxwazên AKP’ê nebin.Divê hêzên demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, bi taybetî jî dayik û malbatên leşkeran, eger ev rewş neyê guhertin, zarokên xwe neşînin leşkeriyê.“


Têkoşîna demokrasiyê divê belav bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da zanîn ku demokratîkbûyîn û pirsgirêka aştiyê ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye û got, „Lewma azadî û demokrasî ne tenê wezîfeya şoreşa Kurdistanê ye ku bi cih bîne. Wezîfeya hemû hêzên şoreşger demokratîk ên Tirkiyeyê ye.“

Kalkan da xuyakirin ku divê têkoşîna demokrasiyê li her qada Tirkiyeyê belav bibe û destnîşan kir ku ji bo sekinandina şer divê hemû hêzên demokratîk, partî, rêxistin û komên demokratîk ên li Tirkiyeyê bibin yek.

Kalkan da xuyakirin ku Kurd gaveke mezin a şoreşê diavêjin û got, „Roj ew roj e ku li qada xwecihî, li tax, gund, bajarokan meclîsên herêmî werin hilbijartin, birêvebirin û pêşvebirina demokrasiya herêmî ye. Roj roja pêşvebirin û parastina Xweseriya Demokratîk e.“ 


 NAVENA NÛÇEYAN