Pirsgirêka Kurdan jî heya niha wisa bû. Kurd, bi salan li berxwe dan, di bin çend ceribandinên komkujiyê de jî man, ne tenê di milekî de, ji her aliyê ve komkujiyên çandî, civakî, siyasî, bi çek, bi girtîgeh, bi kîmyevî, her çi were hişê we bi wan amûran ceribandinên komkujiyê li ser Kurdan ceribandin. Lê Kurd, berê xwe nedan tu aliyekî revînê, li ser şopa berxwedanê meşiyan û doza xwe ya mafdar parastin. Pişta xwe nedan hêzekê an welatekî. Li Rojhilata Navîn, di bin gelek zext û dijwariyê de man, lê tu caran sekna xwe ya zelal neterikandin. Her tim bi israr bûn û yê ku tiliyê xwe avêtibûn kaşekî, ew der bernedan, di encamê de jî, ne tenê mêtîngeran, hemû dinyayê Kurd naskirin. Hêdî hêdî hatin li ser mijara mafên Kurdan... Heta mafên dewletbûn jî di nav de...
Lê îro îşê Kurdan hê dijwar e. Ji ber ku, bi nijadperestên Tirk ve bi awayekî tekilî hat rojevê, û çi revîn û dur ve mayîn jî bê îmkan e. Ev pirsgirêk, her ku diçe jî wek bendeke girêklêketî li hev dikeve. Ne tenê ji bo Kurdan, ev tekilî, ji bo nijadperestên Tirk jî tekiliyeke girêklêketi ye. Ji ber ku ew jî heya niha li qadan, bi aşkere, li ber standên îmzeyan, ji bo qetilkirina Kurdan sond dixwarin, ji bo dardakirin a rêveberên Kurd belavok belav dikirin, lê îro ketine ‘belayekî4 ku her çi dikin nikarin stuyê xwe jê xilas bikin.
Yên ku ji bo qetlîama wan sond dixwarin, îro li kêleka wan in, gelek car bi hev re di forumekî de ne, diaxivin, nîqaşan dikin, sloganan diavêjin, distirên û dengê stranên wan digihîjin hev... Li Kadikoyê, li Gaziyê, wek mînak em bêjin di forûmekî de, Kurdek radibe, wek asayî, bi awayekî aşkere dibêje “Ez li ser navê Tevgera Kurd diaxivim, nêrîna min ev yek e.” Çendek qehirandin dibe, carina hin kesên ku di nav komên nijadperest de mane ewana ditengijîne, car carina lêdan û pevçûn jî derdikevin lê, her ku diçe, wek mecbûrî guhdarî kirin pêk tên.
Ev rewş, taybet jî îro şûnde di rojeva gelê Tirk û Kurdan de roj bi roj wê were nîqaşkirin. Van çend e diçin kî derê, niqaş li ser vê yekê dimeşin. Hin Kurd, ji bo ku çend siyasetên nijadperest di nav de ne, bi dilgermî naxwazin tevî çalakiyan bin, hinê wan ji bo têkbirina hêstên nijadperestan tevlê dibin, hinekên wan jî, ji siyasetê xwe re bi bawer, ji mafdarbûna xwe ve serbilind tên tevî forûman dibin.
Ez, wek însaneke tenê bi çavdêriyên xwe diaxive dikarim bêjim, revîn, paş ve mayîn, dûr ve temaşekirin ne karê Kurdan e. Kurd, heya niha bi mijarê pirsgirêka Kurd ve girêdayî jî li himberê nijadperestan (an jî bêjin neteweperest) mafdar bûn, buyerên ku li bajarekî Tirkiyeyê biqawimin jî sozên wan ne ji sozên Tirk kêmtir e.
Li himberê nijadperestan jî wisa, li gel wan jî her wisa...
Tevî nîjadperestan
Heya niha îşê Kurdan ji îro hêsantir bûn. Meşandina siyaseta berxwedanê, ji kîjan alî ve dinirxînî binirxîne, dê li ser birdoziyek tevdigere, siyaseta berxedaniyê siyaseteke serbixwe ye, dijminên te çiqas zulimkar dibin bila bibin, heya ku tu bi rêça siyaseta xwe ya maftar dûr nekevî, di encamê de tuyê serbikevî. Her çi qetlîam, her çi komkujî çêbin jî, dawiya dawî teqez mafdarbûn dê serbikeve.