Kemal Gokhan Gurses ê karîkaturîst li atolyeyên piştevaniya Sûrê yên roman-xêz û stand-upê hate avakirin, perwerdeyê dide. Gurses destnîşan kir ku Kurdistan ji kêm cografyayan e ku ligel şer jî mîzah lê tê kirin. Gurses anî ziman ku li Kurdistanê mîzaheke xurt heye û heke mîzaha Kurdistanê bigihîje bajarên rojava, wê karibe mîzaha rojava jî biguherîne.
Gurses ê ku derhêneriya lîstika Hayko Bagdat a bi navê “Balyangoz” a ji bo Sûrê hate pêşandan kir, di encama atolyeyan de pirtûka xwe ya xêze-roman nivîsandiye û dahata pêşandana stand-upê jî dê bide malbatên Sûrê. Gurses destnîşan kir ku atolye gelekî baş derbas dibin, ligel rewşa giran jî çîrokên bi bandor derdikevin holê.
‘Hêvî heye’
Gurses da zanîn ku bi taybetî jî zarok berovajî siyasetmedaran bi çîrokên xwe hêviyê didin û zarok çîroka wê roja çûyî ava ye ku careke din dihile. Gurses got, di atolyeyan de zarokên ku malbatên wan li Sûrê ne jî hene û dixwaze jiyana zarokan birengîne.
‘Mîzah tê kuştin’
Gurses derbirî ku şer çawa hemû tiştan dikuje, dixwaze mîzahê jî bikuje û li Kurdistanê ligel şer jî mîzahê hebûna xwe parastiye. Gurses da zanîn ku li Kurdistanê trajediyên giran hene û weha dewam kir: “Mirovên ku êş kişandine, ligel her tiştî jî dikenin. Heta êşên ku jiyane bi zimanekî mîzahî ji hev re vedibêjin.”
‘Divê hunermend bên Kurdistanê’
Gurses destnîşan kir ku li Kurdistanê mîzaheke pir li hundir mayî heye û divê bigihîje rojava, mîzaha Kurdistanê dê mîzaha rojava bigihîne nuqte û qonaxên cuda. Gurses axaftina xwe weha bi dawî kir: “Divê hemû hunermendên li rojava bên Kurdistanê. Li rojava çi heye divê li vir ew hebe.”
AMED