
Polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Elmanyayê hatin protestokirin. Li bajarên Elmanyayê yên mîna Drêsden, Hamburg, Munster, Wuppertal, Hannover, Koln, Dortmund û Bîelefeldê komkujiyên Şengal, Zergelê û tecrîd hatin şermezar kirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP’ê li Dresdenê hatin protestokirin. Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Dresdenê, bi vê armancê tevahiya rojê çalakî lidar xist û mîtîngek pêk anî. Di vê çarçoveyê de saet di 11:00 de li navenda bajêr stand hat vekirin û li ser tecrîda şidandî belavok hatin belavkirin. Di mîtîngê de her wiha MLPD û Parlamenterê Eyaleta Sachsenê Mîrko Schûlzen jî amade bûn û deste dan. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
Komkujî li Hambûrgê hat protestokirin. Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk pêr saet di 18:00 de li semta Altona bi sedan kes civiyan û komkujiya li gundê Zergelê şermezar kirin.
Li Munsterê jî bi beşdariyeke xurt li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pirsûsê bi meşekê hatin şermezarkirin. Çalakiya ku Partiya Çep, SPD, CDU, Partiya Keskan a Elman, rêxistinên civakî yên sivîl û bi sedan Kurdistanî amade bûn, li ber Konsolosxaneya Tirk a Munsterê destpê kir û li ber avahiya Şaredariya Munsterê bi dawî bû.
Li Wûppertalê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li dijî komkujiya Şengalê, polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Ocalan çalakiyeke girseyî hat lidarxistin.
Li Hannoverê jî, komkujiya Şengalê di salvegera yekemîn de hat protestokirin. Li dû çalakiya nobedê ya hefteyekê ya Ciwanên Azad, Dengê Welat, YXK û HCE, bi armanca şermezarkirina komkujiya Şengalê û protestokirina polîtîkayên şer meşek hat lidarxistin. Li bajarê Koln ê Elmanyê bi armanca şermezarkirina Komkujiya Şengalê û polîtîkayên şer ên AKP’ê meşek hat lidarxistin.
Meş û mîtînga li bajare Dortmundê di pêşengiya Tevgera Jinan û Navenda Kurd a Dortmund hat lidarxistin, nêzî 3 hezar Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
Komkujiya Zergelê, êrîşên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê û komkujiya Pirsûsê li bajarê Elmanya Bielefeldê bi meşekê hate protestokirin. Meş bi pêşengiya yekîtiya hêzên demokratîk hate lidarxistin.
Li 5 navendên Fransayê çalakî
Li bajarên Fransa Strasboûrg, Parîs, Marsîlya, Creil û Banliyoya Evry ya Parîsê, polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin.
Li Straboûrgê komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin. Di axaftinên li vir de polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin mehkûmkirin.
Li Evry bi heman mabestê meşek hate organîze kirin. Meşa ku 500 Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn li ber Gara Evry dest pê kir û bi mithinga li ber Walîtiya Evry, bi dawî bû.
Ciwanên Azad Parîs li ber Kûleya Eyfelê çalakî pêk anîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Li Marsîlyayê rêze çalakiyên ev çar rojin tên lidarxistin, bi meşeke girseyî bi dawî bû. Li bajarê Creîl ê operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî ya dewleta Tirk hatin protestokirin.
Tecrîd û AKP hat şermezarkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê polîtîkayên şer ên AKP’ê bi meş bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Meşa saet 14.30’î li pêşiya Den Haag Centraal destpê kir bi mîtîngeke li ber Şaredariya Den Haag heta saet 17:00’an dewam kir. Di mîtîngê de parlamentera Partiya Sosyalîst Saadet Karabûlû, ji Rode Morgen Wîm Van Bewjîk, ji YNK’ê Şahavan Seîd, ji Tevgera Goran Havraz Cemal, ji PYD’ê û çalakvanên antî faşîst jî axaftin hatin kirin.
Komkujî li Stockholmê hat şermezarkirin
Êrîşa balafirên şer ên Tirk, ku li gundê Zergelê yê Qendîlê rê li ber mirina 8 sivîlan û birîndarbûyîna bi dehan kesan vekir, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
AKP li Vorarlbergê hat protestokirin
Li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Vorarlbergê, meşa aştiyê pêk anîn û polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin.
NAVENA NÛÇEYAN