
Li paytexta Îngilîstan Londonê bi hezaran kesî komkujiya Pirsûsê protesto kirin. Piştî komkujiyê li Londonê gel daketin qadan. Roja komkujî pêk hat li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Londonê çalakî pêk hat û duh jî çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
Li seranserê Almanyayê çalakî
Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi armanca protestokirina komkujiyê ji aliyê NAV-DEM’ê ve çalakiyek pêk hat. Nêzî 600 kes beşdarî çalakiyê bûn û li Sendlinger-tor Platz hatin cem hev. Alên KCK, YPG, YPJ, PYD, PJAK û TJK-E’yê hatin hildan. Komeke ciwan ji bo bala raya giştî bikişîne ser rewşê, avahiya SPD’ê dagir kirin. Piştî hevdîtinê bi parlamenter Claudîa Tausend û Florîan Postre çalakî bi dawî bû.
Ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Kîelê ve, komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin. Di axaftinan de bang li gelê Kurd, Tirk û neteweyên din hat kirin ku li dijî eniya DAIŞ û AKP’ê benda berxwedanê bê danîn û têkoşîna berxwedanê were xurtkirin.
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî mîtîngek bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî li ber HBF’ê komkujiya Pirsûsê hat lanetkirin. Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. Nêzî 1500 kesî beşdarî çalakiyê bûn. Girse li ber HBF’ê hat cem hev û heta peykerê Hockup meşiya. Piştre mîtîngek pêk anîn. Li Munsterê jî çalakiyek ji aliyê Civaka Azad ve hat organîzekirin û girseya li stasyona navendî hat cem hev. Li Hagenê jî bi beşdarbûn hezar kesî çalakî pêk hat. Girse ji sstasyona Hagenê ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin.
Ji Tokyo heta Toronto xwepêşandan
Li paytexta Japonya Tokyoyê êrîşa li Pirsûsê hat protestokirin. Girseya li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) civiya, dirûşmên ‘Terorîst Tirkiye, terorîst Erdogan’ qîriya. Li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî komkujiya Pirsûsê hat protestokirin û çalakî li Sudtîroler Platz pêk hat. Hat xwestin ku li Awûstûrya û Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de siyasetek bi bandor bê meşandin.
Li bajarê Lînzê jî ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve meşek ji Schîllerparkê destpê kir. Girseya gel piştî meşê li navenda bajê çalakiya rûniştinê pêk anî. Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek pêk hat û nêzî 400 kesî beşdarî çalakiyê bûn.
Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi sedan Kurdistanî û dosten wan li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.
Li Giessen tecrîd şermezar kirin
Li bajarê Gîessen tecrîda li ser Ocalan û Komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. Di mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinan a Berçem ve li Kîrchplatz pêk hat jinan di refên pêş de cih girtin. Wêneyên Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin. Dirûşmên, „Bijî Serok Apo“, „Bê Serok jiyan nabe“, „Terorîst Erdogan“, „Tirkiye fînanse dike, DAIŞ qetil dike“ hatin gotin. Navenda Civaka Demokratîk , AKM Giessen, Yekîtiya Piştevaniya Êzîdiyan û Kurdistan jî tevlî bûn.Di mîtîngê de Komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin û hat diyarkirin li pişt komkujiyê AKP heye.
NAVENDA NÛÇEYAN