Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê îbrahîm Bîlmez ê piştî dorpêça qedexekirina derve û dorpêça li Cizîrê lêkolîn kir diyar kir ku li navçeyê mafên jiyan, mal û gerê bi aweyeke cidî hatine binpêkirin. Bîlmez da zanîn ku ew ê wekî hiqûqnas li pey binpêkirinan bernedin û binpêkirinên ku qewimîne piştî riyên hiqûqa navxweyî bi dawî bibe, dê bibin DMME’yê( Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê)
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dorpêç û rêveberiya awerta ku bi rojan berdewam kir 21 welatiyan jiyana xwe ji dest dan ji sedî zêdetir kes jî birîndar bûn. Piştî ku qedexe rabû hiqûqnasên ku ji bo lêkolînan hatin navçeyê dîmenên qatlîamê re rû bi rû hatin. Ji hiqûqnasan parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ew ê hesabê nehiqûqiya ku tê jiyîn bipirsin û mexdurbûna ku gelê Cizîrê dijî dê bibin saziyên hiqûqî.
Bîlmez anî ziman ku li Cizîrê hovîtiya dewletê hatiye jiyîn, tişta hatiye hedefkirin ne rêxistin, gel e û ev yek ji ber ku AKP’ê serkeftina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê Hezîranê qebûl nekir qewimîn.
‘Cizîr wekî Kobanê bû’
Bîlmez bilêv kir ku piştî qedexe rabûye çûne Cizîrê di ketina taxa Cûdiyê de bûne şahidê qetilkirina Mehmet Erdogan ê 75 salî, li taxa Nûrê jî wekî Kobanê bû. Bîlmez der barê dîmenên vê derê de bi gotina “Gelek mal hatibûn gulebarankirin li kolanan bi sedan qaliqên guleyan hebû, li kolanan kevok, çêlek, pisîk ên ku hatibûn kuştin hebû.”
‘Em ê mijarê bibin DMME’yê’
Bîlmez got ku ew ê binpêkirinên li Cizîrê bikin rapor û ji bo kesên hatine kuştin û birîndarkirin karên hiqûqî bikin û li mafên wan bigerin. Bîlmez diyar kir ku ji bo xisara çêbûye dê bi şaredarî û qaymeqamiyê ve jî hevdîtinan bikin.
Bîlmez têkîldarî serlêdanên xwe yên hiqûqî yê bikin de jî ev tişt anî ziman: “Ev dozeke ji rêzê nîne. Em ê ji bo gelê Cizîrê bi hiqûqnasan re difikirin ku platformeke hevpar ava bikin. Di vê platformê de em ê cih bigirin û dozê bibin Dadgeha Makeqanûnê. Heke ji vir encam dernekeve bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).”
‘Mesele ne pere ye’
Bîlmez got ku gel bi nêrîna “dê dewlet pere bide me” jî li dozên dê bên vekirin nanêre û nirxandina “Li Cizîrê êrîşên hatin kirin hemû li dijî gel bû. Divê ev êrîşên li hemberî gelê Cizîrê hatin kirin bên mehkumkirin. Ji bo ku ev kes li ber darazê hesab bidin çi pêwîst be em ê bikin.” Bîlmez derbirî ku ew ê têkîldarî tiştên li Cizîrê qewimî serî dozgeriyê bidin û gilî bikin û ew dizanin li Tirkiyeyê hiqûq pêk nayê ji ber vê yekê jî piştî riyên hiqûqa navxweyî bi dawî bû ew ê serî li DMME’yê bidin.
AZÎZ ORUÇ/DÎHA/ ŞIRNEX
Lingê Yusuf jî jêkirin
Li navçeya Cizîrê roja qedexeya kolanan rabû bombeya polîsan li pey xwe li taxan hiştî teqiya û di encama teqînê de zarokê bi navê Yusuf Şik (13) birîndar bibû û di encamê de destê wî yê rastê ji zendê hat jêkirin û di encama emeliyetê de piyê wî yê çepê jî ji çok hat jêkirin. Şik 6 roj in di beşa lezgînî de tê girtin û rîska wî ya piyê rastê jî jê bêkin heye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 4’ê Îlonê de qedexeya kolanan hat îlankirin û heya 12’ê Îlonê serê sibê berdewam kir. Di 8 rojan de polîsan bi çekên giran êrîş li gelê Cizîrê kir û piştî qedexeyê polîs ji kolanan vekişiya û li pey xwe gelek madeyên teqemeniyê hiştin. Li taxa Nur di encama madeyê teqiya zarokê bi navê Yusuf Şik (13) bi giranî birîndar bibû. Di encama teqînê de destê Şik ê rastî ji zendê jê bibû û piyê wî yê çepê jî zirarek mezin dîtibû. Piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê hatibû kirin.
Rîska piyê wî yê rastê jî bibirin heye
Şik 6 roj in li beşa giran a nexweşxaneyê tê girtin û ji ber teqînê piyê wî yê çepê jî hat jêkirin. Bavê Şik Ramazan Şik diyar kir ku pêr fersenda kurê xwe re hevdîtinek çêkir û ji ber dest û piyê wî hatin jêkirin morala wî xirab e.
Şik da zanîn ku li gorî agahiyên doktoran dayîn rîska piyê wî yê rastê yê di teqînê de zirar dîtî bê birîn heye.
‘Ez ê protezên herî baş bikirim’
Şik bilêv kir ku ji bo kurê wî weke berê biçe bi hevalên xwe re gogê bilîze pêvîst be dê protezên herî baş bikire û wiha pê de çû: “Ez moralê didim kurê xwe. Ji bo kurê min veger berê ez dê her tiştî bikim. Ji bo kurê min baş be doktor divê ya ji destê wan bê bikin. Ya ji serê kurê min hatî hovîtiya polîsan e. Ez vê yekê şermezar dikim.
DÎHA/ŞIRNEX