Di daxuyaniyê de berwedana YPG/YPJ mîna parastina hemû nirxên mirovahiyê hate binav kirin û wiha berdewam kir: “Bi şikandina êrîşên daiş li Kobanî û Kantona Cezîrê re, îflasa siyaseta AKP jî rû daye. Di atmosfera Rojhilata Navîn de, di afirandina politikayên paşeroja gelan de, têkoşhina Kurdan bûye perspektiva paşeroja civakan.”
Koma Berxwedan hilbijartinên 7’ê Hezîran a 2015’an mîna hilbijartineke dîrokî yên çarenûsa Tirkiyeyhe diyar bikin binav kir û bibîr xist ku encamên vê hilbijartinê wê rêveçûna projeya Rêberê Gelê Kurd a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî diyar bike.
Di daxuyaniyê de kirinên AKP’ê yên dijdemokratîk hatin bibîrxisin û bi vê bangê daxwaziya piştgiriya ji bo HDP’ê hate kirin: “ Di helbijartinên 7’ê Hezîran a 2015 de, pêwist e îradeya gelan derbasî parlemenê bibe. Em weke Koma Berxwedan, dengê xwe tevlî dengê hemu kedkar, rênçber, demokrat, sosyalîst, bawermend û hemu birên civakê dikin û dibêjin: Ên siyaseta ku ji bîr û baweriya gelan re, ji dîrok, çand, huner, ziman û rengê gelan re birêz, her wİha, ji bo van babetan hemiyan siyaseta HDP tenê dikare çareserî û parastina civakan bike.”
Ji bo hunermendan bang
Di dawiya daxuyaniya Koma Berpwedan de ev bang jî li hunermendan hat kirin: “Em bang li hemu hunermendan dikin, ku di van helbijartinan de, di nava refên HDP’ê de, cîh bigrin, bixebitin, xwedî lê derkevin û biparêzin. Em jî weke Koma Berxwedan, bi coşa xwe, weke her carê, bi keda xwe, bi deng û sazên xwe, bi hemu hêza xwe tevlî vê coşa azadiyê bibin.”
KOLN