Komîsyona Ziman û Perwerdê di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk ya Bielefeldê de kar dike û dixwaze perwedehiya bi Kurdî li gellek navendan lidar bixe û xwendin û nivîsandina Kurdî berbelav bike. Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ji mamosteyên Kurdî û pêdagogan pêk tê û di warê perwerdehiyê de serwext in.

Berdevka Komîsyona Ziman û Perwerdeyê Zerîfe Husein derbirî ku ji bo pêşxistina zimaneke axaftin ne bes e ji lewre jî divê xwendin û nivîsandina Kurdî berbelav be û wiha peyivî: “ Li gor plansaziya me kursa hanê wê 6 mehan dewam bike. Em dixwazin fêrkirina rêzimana Kurdî bi rêya perwerdeyê xurtir bikin. Hêviya me ev e ku welatparêz û dostên me bi baldarî nêzî kursa Kurdê bibin. Li Bielefeldê pirranî Kurdî tê axaftin lê xwendin û nivîsandin li gel axaftinê gellek kêm e. Ji bo zanîna zimanekî axaftin ne têrker e divê xwendin û nivîsandin jî hebe.


Baldarî û ciddîyet dive

Kursa bê lidarxistin wê ji alî mamoste Rêzan Hesinkar ve were dayîn. Rêzan Hesinkar derheqê kursa Kurdî de got ku kurs ji alî daxwaza hinek heval û akademîsyenan ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Me wekî Komîsyona Ziman û Perwerde ev mijar anî rojevê û me biryara lidarxistina kursê girt. Daxwaza hevalan moralek mezin dide me. Vê gavê tevlîbûn ne li gor dilê me ye. Em li benda şagirtên nû ne.”Her wiha mamoste Rêzan derbirî ku divê saziyên Kurdî zêdetir bi baldarî û cîddiyet nêzî pirsgirêka ziman bibin.


Zimanekî standart bivênevê ye

Di derbarê heman mijarê de Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurd ya Almanya Abdulkadir Ulumaskan jî diyar kir ku li Biefeldê rewşa axaftina Kurdî baş e ji lewre ew ê li gel axaftinê hewl bidin rêzimanê fêrî beşdaran bikin. Ulumaskan rêgez û pîvana zanîna ziman wiha danî: “Gelek kes dibêjin: ‘Ez Kurdî dizanim’ Belê her kes bi devokê xwe bi Kurdî dizane. Bêguman her devokê heremên Kurdistanê Kurdî ne. Lê pirsgirêka me, em ji van devokan zimanekî standart ava bikin.”

Her wiha Ulumaskan destnîşan kir ku her çiqas hebûna devokan dewlemendî be jî divê ziman di warê nivîskî de standartîze be û wiha pê de çû:” Gelek kes dibêje: ‘Em ji zimanê telewîzyonê fêm nakin‘ Ew zimanê ku yê telewîzyonêye tê gotin, Kurdiya hinekî standart bûye. Di warê ragihandin, çapemenî û perwedê de zimanê Kurdî hinekî standart bûye. Divê em vî zimanî fêr bibin û di jiyana rojane de bikarbînin. Wek minak berê tu kesî nizanîbû ragihandin, perwerde an jî çapemenî çi ye? Lê niha hema hema her Kurdê hinkî haja wan ji Kurdîtiyê hebe van peyvan nas dikin. Em dikarin bibêjin ew gotin êdî standart bûne. Yekîtî û standartbûna ziman yekîtiya netewî jî ava dike. Loma jî divê em di devokan de înat nekin û peyvên hevbeş bikarbînin. Loma jî divê em ne tenê zarok û ciwanên xwe divê em xwe jî perwerde bikin.”


MURAT MANG/BIELEFELD