Di peyamê de hate diyar kirin ku, çanda jinê, wek gerdunî tê wateya azadiya jinê û hate destnîşan kirin ku dê asta civakeke ku hemû mirovahî wekev û azad bijî dê bê afirandin û got: “Ev ne xeyale. Ev di encama dem û têkoşînê de pêk tê. Bi pêşengiya jinên şoreşger, rizgarî û azadî dê pêk were. Maf û azadiya jinan kêm be jî hatiye qezenckirin. Ji bo maf û azadiya jinan dîrok şahidê gelek lehengî û têkoşîna ne. gelek jinên kedkar, şoreşger û welatparêz di vê rê de xwe fedakirine. êkoşîna azadiya gelê Kurdisatnê di mehan demê de têkoşîn rizgariya jinê ye. Jinên Kurd ku ji hemû rolên civakî û mafan bêpar hatibûn hiştin, tevlîbûneke bi hêz li têkoşîna azadiya jinê kirin û rolek mezin lîstine. Herî dawî 3 siyastmedarên jin ên Kurd hatin qetilkirin. Şehîdên me rumeta me.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê tevlibûneke mezin ji bo meşa Parîsê ya di 9’ê Adarê de pêk tê.
KOLN