Nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed û nûçegihanê ajansa ANHA’yê  Kendal Cudî, roja 13’ê Tîrmeha 2016’an, gava operasyona rizgarkirina Xaçerêya Sebi Behrat a Minbicê dişlopandin, ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bûbûn.

Cudî û Mihemed di destpêkê de rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxeleya yekemîn Mistefa Mihemed ji ber ku rewşa wî giran bû, veguhestin bajarê Qamişlo.

Mistefa Mihemed li Nexweşxaneya Şehîd Xebat dihat dermankirin, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û duh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Mistefa Mihemed û Yasîn Şêx Mehemed duh êvarê anîn morga Saziya Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo. Cenazeyên herdu têkoşeran îro saet di 09.00’an de ji aliyê rêveber û endamên saziyên Ragihandinda Azad (Ronahi Tv, ANHA, RAJIN, rojnameya Ronahî, radyo, kovara Dengê Kurdistan, Yekîtiya Ragihandina Azad) û bi dehan kesan ve bi dirûşmeyan ber bi Girê Sipî ve hatin oxirkirin.


Riya çapemeniya azad ronî kir

Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) ji malbata Şehîd Rojnamavan Mustefa Mihemed û Ronahî TV re sersaxî xwstin û soza şopandina heqîqetê dûbare kir. Daxuyaniya YRA’yê wihaye: “Hevalê me yê Rojnamavan Mustefa Mihemed riya ragîhandina azad ronî kir. Em sersaxiyê ji malabta Ronahî TV û malbata Hevalê me yê Şehîd Mustefa Mihemed û hemû xebatên çapemeniya azad re dixwazin. Em soza xwe dubere dikin ku em ê xeta heqîqetê bişopînin û nerindiya hêzêntarî ji hemû raya giştî re eşkere bikin. Bi vê boneyê em bang li hemû xebatkarên çapemeniya azad dikin ku berxwedana xwe mestir bikin û li gorî bîranîna Şehîd Mustefa û nameya Ragîhandina Azad tevbigirin.


Dildarhe çapemeniya azad

Mistefa Mehemed Şukrî di sala 1987’an de  li gundê Yabsê yê ku 5 km. dikeve rojhilatê bajarê Girê Sipî ji dayik bûye. Di malbateke ku ji dayik, bav, 4 bira û 7 xwîşkan pêk tê de, zarokê 7’an ê malê ye. Dibistana seretayî li gundê Yabsê, dibistana navîn û ya amadeyî li Girê Sipî qedandiye. Mistefa piştî qedandina dibistama amadeyî, li Zanîngeha Şamê beşa ragihandinê xwendiye.

Dema ku komên çeteyan êrîşî Girê Sipî kirin, malbata Mistefa Mehemed jî, wekî gelek malbatan neçar ma kû koçber bibe. Malbat çû Başûrê Kurdistanê, lê Mistefa bi gotina, “ez ji warê xwe bernadim” berê xwe da Kobanê. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin jî, Mistefa ji bajar derneket. Piştî ku berxwedana dîrokî û rizgarkirina herêmê, Mistefa dest bi karê ragihandinê kir.

Piştî rizgarkirina Girê Sipî malbata Mistefa jî dîsa vegeriya gundê xwe Yabsê.

Têkoşerê ku baweriya xwe bi hêza ragihandinê ya ronîkirina civakê anî û li ser şopa heqîqetê ya kevneşopiya ragihandina azad dimeşiya,  2015’an de tevlî xebatên Ronahî Tv bû. Mistefa her 15 rojan carekê bernameya bi zimanê erebî çêdikir. Ji ber vê baweriya xwe ya xurt bû ku navê bernameya xwe jî kiribû îdaat, ango “ronahî”. Mistefa her wiha ji bo televîzyonê nûçeyên taybet û dosyayên bi pêşkêşvanî amade dikirin. 


 ANHA/KOBANÊ