Cilûbergên Kurdî van demên dawiyê bi caw û qumaşên pîşesazî bên çêkirin jî hîna hin dever caw jî dirûnê jî li gorî isûlê berê çêdikin. Li gundê Kanî Gûzê yê li Bane jî jin û mêr pestek û şalên Kurdî ji keja bizinan çêdikin.

Şal û pestek ji kevintirîn hunerên çêkirina cawan ên Rojhilatê Kurdistanê ne. Xasma jî li bajarê nêzî sînorê bi Başûrê Kurdistanê re li Baneyê ev huner îro jî li gundewaran heye. Jixwe ji bo çêkirina şalên li vê derê keja bizineke taybet tê bikaranîn.

Bi halê xwe yê resen li Bane ev huner niha tenê li du gundan maye. Yek ji van gundan jî Kanî Gûz e.

Cilûbergên mîran ên Kurdî

Pestek û şal ji kevintirîn cilûbergên mêran ên li vê devera Kurdistanê ne. Ji ber şert û mercên hewayê û ji ber çanda xwemalî ya deverê berê ev cilûberg gelekî belav bûn. Yên ku tevnên cawên wan datanîn jî jin û mêrên kal û pîr ên deverê bûn. Erê rewş berê ev bû, lê ji ber xweşikahî û bedewiya van cil û bergan, îro jî gelek kes hene ku heyranên wan in û ji wan pê ve cilûbergan naxin ber xwe.

   

Temamê çêkirina caw û dirûnê bi destan tê kirin

Emîna Salehî yek ji wan jinan e ku li gundê Kanî Gûzê di sinietê çêkirina şal û pestekan de kar dike. Vî karî kiriye ku çendek jin û mêr li vî gundî debara xwe bikin. Ji bilî Emînayê, keçên wê jî di karê wê piçûk de alîkariya wê dikin.

Emînayê ji bo vî sinietê xwe dibêje, “Ez ji dayika xwe fêr bûm, hingê ez gelekî xama û ciwan bûm. Piştre ez fêr bûm çawa tevna pestekan daynim û cawên wan çêkim. Ev jî karekî zehmet bû. Lê piştî wextekê elaqeya min ji bo vî karî çêbû. Ji bo çêkirina pestekê gelek qonax hene. Qismekî ji vî karî mêr dikin. Ez bi xwe li ser tevnê karê sereke yê çêkirina cawî dikim. Jinên din jî didirûn. Her pastekek tê firotan bi 30 ta 35 dolarî.”

Kanî Gûzê malzaroka vî hunerî ye

Gundê Kanî Gûzê yê ser bi Bane, weke cihê ji dayikbûna vî sinietê tê qebûlkirin. Xelkê vî gundî ji mêj ve vî karî dikin û hosteyê vî karî ne.

Qonaxên çêkirina cawê pestekan û dirûtina wan bi gelek qonaxan dibe. Gelek kes her yekî di qonaxekê cihê de pispor bûne. Pestek weke yek ji kevintirîn cilûbergên Kurdan tê qebûlkirin û ji ber vê jî niha difiroşin hin parçeyên din ên Kurdistanê jî. Ev firotina hanê jî van herdu salên bihurî zêde bûye.

Ji ber lêkolînên kêm û ji ber ku Kurdbûna vî sinietî, heta niha delîlên arkeolojîk ên ku dîroka vî sinietî diyar bikin, nehatine kirin.

 

BANE