Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê  li Amedê  xebatên çand û hunerê bi atolyeyan didomîne.  Niha di 15 polan de 10 mamosteyên komeleyê di 70 atolyeyên wek xebatên mûzîk, şano, folklor,wêne, saz, keman, şan û solfej tê kirin de, dersan didin. 

Piştî Navenda Çanda Mezopotamyaye hat avakirin, bi boneya li her derê xebatan bide meşandin li gelek bajarên din jî navendên çandê vekir. Di berdewama xebatên çandê de li Amedê jî di sala 2003’yan de Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê hat avakirin. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ku gelek caran ji aliyê dewletê ve xebatên wê hatin rawestandin. Lê belê tevî hemû zorî û zehmetî û êrîşan vê navenda çand û hunerê xwe li ser lingan girt û di hemû aliyan de kar û xebatên xwe yên çandê meşandin.


Lêgerîna heqîqetê

Piştî ku Navenda Dîcle û Firatê li Stenbol, Amed û gelek cihên cuda vebûn bi çendîn caran rastî êrîşan hatin û hatin girtin. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê piştî ku hat girtin di sala 2003’yan de weke Navenda Dîcle û Firatê li Amedê dest bi xebatên xwe kir. Ji sala 2008’an Komeleya Dîcle û Firatê xebatên xwe bi dirûşma ‘Huner Lêgerina Heqîqetê ye’ dimeşîne. 


200 şagirt hene

Hunermend Şîlan der barê xebatên navendê de agahî dan û diyar kir ku ji ciwan û zarokan tevahî nêzî 200 xwendekarên wan hene û da zanîn ku xebata folklora taybet a ji bo jinan jî didin û axaftina xwe wiha domand:  “Du qursên me yê din wê vebibe. Xebatên me yên li ser şanoyê jî 5 meh in berdewam dikin. Lîstika wekî Mars derket pêşberî gel lê niha ji ber sezon hatiye girtin lîstikên nû tûne. Ji bo destpêka sezonê amadekariya du lîstikan jî tê  kirin. Atolyeya me ya wêneyan jî ji zarokan pêk tê  û di rojên pêşiya me de pêşangehek wê were vekirin”   


Koroya pirzimanî

Şîlan da zanîn ku xebatên koroya pirzimanî ya ji hemû solîst û mûzîsyenên komeleyê pêk tê berdewam dike û wiha pê de çû: “ Ev projeya hevpar a Dîcle û Firatê ye. Xebatên me salek e berdewam dike û hê di asta amdekariyê de ye. Xwendekarên me jî piranî jin in. Ligel vê jin xebatên xwe yên taybet jî didomînin. Mamosteyê me yên jin jî hene û potansîyela me ya herî zêde li ser jinê ye. Ji ber vê reng û taybetmendiya jinê li vir berbiçav e. jin dikarin li vir xwe bi rehetî îfade bikin, lewre nêvenga me de hevparî esas e.” 


 JINHA/AMED