Tirkiyê, teyareyeke Rûsyayê xiste xwarê. Ji pêkhatina bûyerê vir de xirecira berdevkên Rûsya û Tirkiyê dewam dike. Herkes meraq dike; ka Rûsya dê bersivekî çawa bide. Ji ber ku; ji damezrandina Hevpeymaniya Atlantîka Bakur (NATO) a li sala 1949’an vir de ev cara yekê ye; endamekî NATO’yê li dijî Rûsyayê êrîşeke wer pêk tîne. 

Berdevkên dewleta Tirk meseleyê bi têgeyên ’parastina Tirkmenan’ û ’rêbazên angajmanê’ tînin zimên…

Rêveberiya Rûsyayê jî her serê saetekê tehdîdekê dibarîne; lê di pratîkê de çi wê pêk bê, ne diyar e. Wekî ku ji rojnameya Brîtanî The Guardianê Shaun Walker aniye zimên; “Seyê ku dire, gez nake! Rûsya têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyê re qut nake…“ 

Lê wer xuya ye; ku di têkîliyên Tirkiye-Rûsyayê de her tişt mîna berê jî nameşe. Ji ber ku îro her aktorên navdewletî dixwaze di ahenga nû ya Rojhilata Navîn de li ser krîza Sûriyê destê xwe bi hêztir bike. Ji xwe xistina teyareya Rûsyayê jî di encama van hewldanan de pêk hat. 

Tirkiye dixwaze bi pratîkî bi destê komên selefîst ên mîna El Nûsra, DAÎŞ, Ahrar ûş Şam, selefîstên Tirkmen, Çeçen û Ûygûran herêmeke tampon ava bike, pêşî ji statûyekî Kurdan bigire û herwiha di paşeroja Sûriyê de xwedî gotinê bibe.

Krîza Sûriyê ji bo Rûsyayê jî firsendên nû derxist holê ku wek hêzeke mezin a cîhanî, qadê tenê ji Amerîka û dewletên rojavayî re nehêle. Rûsya dizane ku DAÎŞ û komên din ên selefîst piştgiriya herî mezin ji Tirkiyê digirin. Ji bo berjewendiyên xwe hewldide pêşiya Tirkiyê bigire ku bi destê selefîstan herêmeke tampon ava neke û rejîma Esad li ser pê bimîne…

Dewletên serdest ên Rojavayî, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî dixwazin polîtîkaya Tirkiyê ya dijkurd ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin û Tirkiyê hê zêdetir dikişînin nava şerê li Sûriyê. Dewletên serdest jî ji bo ji nû ve hikûmetbûna AKP’ê û Erdogan piştgirî dan û ji xwe ev du meh in li pey hev ’pesna’ Erdogan didin, wî germ dikin!..

Wer xuya ye ku Erdogan û hikûmeta Tirk ji hêla dewletên serdest ên rojavayî ve hatine teslîm girtin û ji bo berjewendiyên wan û li dijî Rûsya û Kurdan tê kişandin nava şerê li Sûriyê.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji havînê vir de bi hemleyên diplomatik Tirkiyê ji Îran, Iraq, Rojhilata Navîn, Çîn û Rûsyayê qut dikin, bi tena sere xwe dihêlin û li Sûriyê dikin lîstikvanê xwe yê li dijî Rûsya û Îranê. Dewletên serdest, Tirkiyê davêjin nava êr.

Lîstikeke qilêr a bi pirlîstikvanî li dar e…

Tirkiyê dixwaze komên selefîst ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne, lê dewletên serdest jî Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Destê her kesî di berika yên din de ye û her kes dixwazê hêzên din ên li qadê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Lê di encama vê lîstika qilêr de zirara herî mezin xelkên herêmî dibînin…

Di nava vê hengameyê de aktorê ku polîtîkayên xweser bi rê ve dibe, tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdî ye. Helbet hêzên serdest dixwazin hêza Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û Kurdan bikin lîstikvanê lîstikên xwe. Lê li ser sifra guran Kurd wek hêla sisêyan, dixwazin firsendê sewa berjewendiyên xelkan; ji bo aştî, demokrasî, wekhevî, aramî û çareseriya pirsgirêkan bikar bînin…

Wekî di rojnameya Brîtanî Financial Timesê de hatiye serziman, piştî krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê hinek dibêjin ku; “Rûsya dê têkîliyên xwe bi Kurdên Sûriyê re xurtir bike û dê piştgiriyê bide wan…”

Belkî kêfa hinek Kurdan jî bi van gotinan tê û herwiha wer xuya ye ku piştî vê bûyerê, dewletên serdest belkî hê zêdetir pesna ‘şerkeriya Kurdan’ bidin. 

Helbet Kurd dê firsendên bi vê krîzê derdikevin hole ji bo berjewendiyên xelkan bikarbînin. Lê mijara sereke ya Kurdan ne ketina dû lîstikên serdestan e; bi polîtîkayên xweser bi pêşxistina niqaşa statûyê siyâsî, gîhandina kantonên Efrîn û Kobanê û li her beşên welêt rêxistinîkirina jiyana civakî ye…