Aksu li ser vê yekê ji bo jûrî bê guhertin daxwazname da rêveberiya zanîngehê. Rêveberiya zanîngehê jî bersiva "Dijderketina biryara jûriyê bêpsare û bêpalpişt e. Ev derbaskirina heddê xwendekar e." da Aksû.
Zanîngeha Beykentê teza xwendekarê beşa Têkiliyên Navneteweyî Cumalî Aksû ya di sala 2011'an de der barê "Çareseriya pirsgirêka Kurd" de amadekiribû, bi hinceta "amûra Kurdîtiyê ye" red kir. Rêveberiya Zanîngehê daxwaznameya Aksu jî bi sedema bêpalpişt û bê sparte ye red kir û got ev ne heddê xwendekaran e. Xwendekarê Lîsansa Bilind ê Zanîngeha Beykentê Cumalî Aksu, bi mijara "Li Tirkiyeyê kok û sedema pirsgirêka Kurd" tez amade kir. Pişti Aksu teza xwe amade kir, pêşkêşî rêveberiyazanîngehê kir. Lê jûriya tezê bi hinceta "amûra Kurdîtiyê ye" û "Wekî ku Kurd di serdema Osmanî de hindik be jî xwedî statu be" hatiye nîşandan teza Aksu red kir. Aksu piştî vê yekê bo jûrî bê guhertin daxwazname da rêveberiya zanîngehê. Lê rêveberiya zanîngehê jî bersiva "Dijderketina biryara jûriyê bêpsare û bêpalpişt e. Ev derbaskirina heddê xwendekar e." dîsa daxwaznameya Aksû red kir û dîsa ew mexdûr kir.
'Ma wekî din mijar nemabûn'
Aksu di teza xwe de di xebata xwe ya tezê de lêkolîn û pirtûkên nivîskar û zanyarên wekî Îsmaîl Beşîkçî, Mesut Yegen, Martin Van Bruinnessen, David Mcdowall ji bo xwe weki çavkani nîşan da. Di nava koma jûriya tezê de Prof. Dr. Abdulhaluk Mehmet Çay ku serdemekê di nava rêveberiya MHP'ê de cih girtiye û teza "Kurd ji nivşê şeytan pêktê" pêş xistiye jî cih digire. Çay, teza Aksu bi hinceta amûra Kurdîtiyê ye û dixwaze statuya Kurdan rewa bide xuyakirin red kir.
Piştî teza Aksu hat redkirin, Aksu ji bo bi Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. M. Emin Karahan re hevdîtin pêk bîne 2 caran randevi xwest, lê serdana Aksu hat redkirin. Aksu, ani ziman ku mamosteyê wî yê dersê jî bersîva "ma wekî din mijar nemabûn te ev hilbijart" daye wî. Aksu, ani ziman ku wî di teza xwe de sedem û encamê niha yê pirsgirêka Kurd girtine dest, û rastiya dîrokê mînak daye. Aksu, anî ziman ku piştî Şerê Rizgariyê zêde êdî pêdivî bi Kurdan nedîtin û feraset û bîrdoziya Kemalistan belav kirin. Aksu, da zanni ku wî di teza xwe te çavkaniyên di cihanê de herî navdar bikar anî, lê dîsa teza wî hat redkirin. Aksu, da zanîn ku heyeta jurî bi taybet hat hilbijartin û ji bo ezmûna tezê derbas neke hewldanek taybet bikar anîn.
Aksu, da zanîn ku ji ber hewldana wî ya hevdîtinê encam negirt daxazname da rektoriyê lê dê daxwaznameya wi ji bê encam ma û wiha got: "Rêveberiya zanîngehê bersiva "Dijderketina biryara jûriyê bêpsare û bêpalpişt e. Ev derbaskirina heddê xwendekar e." da min.
DÎHA/STENBOL