ALİ GÜLER


Birçîbûn û Na… Ev her du mijar di vê demê de gelekî di rojeva me de ne. Li aliyekî greva birçîbûnê ya li zindanan û aliyê din jî referandûma 16’ê Nîsanê. Rojeva Kurdan bi van her du mijaran dikele. Tam di nava vê rojevê de du fîlmên balkêş têne bîra mirovan. Yek fîlmê , “The Hunger” (Birçîbûn)  yê din jî fîlmê “No” (Na). Ev her du fîlm jî balkeş û cuda ne. Di cîhanê de deng vedane û ketine rojevê. Bi rastî jî ev fîlm ji me ne dûr in. Perçeyekî ji jiyana me ne. Em wek gel bi salane van her du mijaran dijîn wek roja me ya îro ku hîn jî em bi wan re rû bi rû ne. Mirjara van her du fîlman a sereke dijberiya; faşîzmê, desthilatdarî û dîktatoriyê ye.

“The Hunger” (Birçîbûn) di sala 2008’an ji aliyê derhêner Steve McQueen ve hatiye kişandin. Fîlm, di şexsê Bobby Sands behsa girtiyên İRA’yê yên di greva birçîbûna salên 1980 û 1983’an de dike. Mijara greva birçîbûnê û berxwedana girtiyên siyasî yên İRA’yê tîne ser perdeya spî. Fîlmê “NO” ango “NA” jî fîlmekî polîtîk e. Fîlm ji aliyê derhêner Pablo Larraîn di sala 2012’an de hatiyê kişandin. Mijar cuda be jî xala her du fîlman a hevbeş dijberiya; faşîzmê ye. Fîlmê “NO” behsa referandûma sala 1988’an a Şiliya di bin desthilatdariya dîktator Pinochet dike.

Berxwedana li zindanan...

Gotin bêtesîr in, axaftin bêwate ne, tenê qêrîneke bêdeng û rêwîtiyeke hêdî û giran a ber bi mirinê ve heye. Mirov dikarê fîlmê, “The Hunger” (Birçîbûn) bi van gotina bîne ziman. Dema mirov li vî fîlmê ewqas giran temaşe dike bi rastî jî laşê mirova dilerize ku mirov dibe qey li diwarekî dikeve. Fîlm, li zindanê Ingilistanê behsa dîroka berxwedana girtiyên İRA’yê dike. Bêguman berxwedana girtiyên İRA’yê kûr û dirêj e. Di Cotmeha 1923’yan de 8 hezar girtiyên İRA’yê ketin greva birçîbûnê. Di vê gireva birçîbûnê de kesek jiyana xwe ji dest da. Piştî vê salê gelek caran girtiyên İRA’yê li dijî zext û zilmê ketin greva birçîbûnê. Ya herî bi deng û bandor a di salên destpêka 1980’ê de ye. Di vê greva birçûnê de 10 mîlîtanê İRA’yê jîyana xwe ji destdan. Fîlmê , “The Hunger” (Birçîbûn) jî behsa vî demî dike. Fîlm 96 deqîqeyan didome. Fîlmê di şexsê girtî Bobby Sands de behsa wan rojan dike. Lêdan, êşkence, zilm û jiyaneke di nava dojehê de. Girtiyên İRA’yê li dijî van kirinan dest bi greva birçîbûnê dikin û dikevin nava berxwedanekê. Mirina saniye bi saniye , deqîqe bi deqîqe, seat bi seat û roj bi roj. Di nava vê jiyanê de fîlm li ser vê mirina giran mijarê disekine. Fîlm gelekî giran û bitesîr e. Diyalog û axaftina kêm û hêstên li pêş û dîmên...

Fîlm, berxwedana mirovên di nava çar dîwaran de binefs, îdare û laş xwe bi awayekî zelal nîşanê me dide. Di fîlm de diyalogên di navbera Bobby Sands û rahîbê kilîsê de gelekî balkêş in. Jixwe di fîlm de tiştên herî balkeş û mora xwe li mijarê dixin evin; ” Tu bi mirinê dikarî behsa çi bikî?”, “ Ez naxwezim tu bifikirî, rêza min li hember jîyanê tine. Ez li hember jîyanê, xwezayê rêz digirim. Ez azadiyê dixwazim.” Jixwe fîlm li ser van gotinan di herike û berxwedana girtiyên İRA’yê ya li hemberî desthilatdariyê nîşanî me dide.

Ev bûyer di rejeva Kurdan de jî ye

Ev gotin, berxwedana girtiyên PKK’ê ya di sala 1982’ya ya li zindana Amedê tîne bira mirovan. Di vê berxwedanê de jî bi slogana “Berxwedan jîyane” bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabûn û mîraseke giranbiha li pey xwe hiştibûn. Îro jî di gelek zindanên Tirkiye û Kurdistanê de gelek girtî li hemberî zilm û zordestiyê ev 56 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Ji dîktatoriyê re Na

Fîlmê din ê bi navê “NO” an jî (NA) jî di sala 2012’an de ji aliyê derhêner Pablo Larraín ve hatiye  kişandin.  Fîlmê “NO” behsa referandûma sala 1988’a Şiliya di bin desillatariya dîktator Pinochet dike. Cara yekemîn fîlm di sala 2012’an li Festivala Navnetewî a Cannesê hat pêşandan. Fîlmê ‘NO’ her çixas xwedî mijarek giran be jî, bi awayekî rengê henek û kenî hatiye kişandin. Dîktatorê bi navê Pinochet, di sala 1973’yan de li dijî hûkûmeta sosyalist derbe kiribû û 15 sal bû ku dixwest desthilatdariya xwe bi referandûma gel meyînde bike. Di dema referandûmê de kampanya tên destpêkirin û eniya ‘Na’ bi awayekî berfireh xebat didan meşandin û di referandûmê de dengê ‘Na’ dertê. Fîlmê “NO” (NA) behsa wê  demê  dike. Her çixas muhalîf û aliyên çep nerazîbûna xwe li dijî fîlm nîşan bidin jî fîlm, di hemû cîhanê de dengek veda. Fîlm, li ser jiyana reklamçêkerekî di referandûmê de serkeşiya kampanya ya Nayê dike disekine û tenê vî aliyî nîşan dide. Lê çepgir û muxalîf jî nerezibûnê xwe nîşan didin û dibêjin di vir de rola wan sereke ye. Lê çi dibe bila bibe fîlm di her awayî de gelekî serkeftiye û rola kampanya ya Na’yê ya di 1988’an li Şilî nîşan dide. Fîlm li Tirkiye yê ji aliyê gelek kanal ve hat qedexekirin. Bi rastî jî hewcedariya her kesî bi ditîna vî fîlmî he ji bo dîktatoriyê re bêjin “Na”...



aliguler1926@gmail.com