
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku rexmê hemû hewldanên wan ji 27’ê Tirmehê 2011’an heta niha bi ti awayî bi muwekîlê xwe birêz Ocalan re hevdîtinan pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevdîtinên bi malbat û wasî re jî ji 6’ê Cotmeha 2014’an ve hatine astengkirin û hate gotin: “Herî dawî hevdîtina heyetên 5’ê Nîsana 2015’an çûn giravê jî hatin astengkirin, ji wê rojê ve şertên agahîstendina ji muwekîlê me bi temamî ji holê rabûye.”
Hevdîtin hate astengkirin
Di daxuyaniyê de agahiya sirgûnkirina Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên li Îmraliyê girtî jî tê dayîn û wiha tê gotin: “Herî dawî doh (04.01.2016) li ser agahiya me ji derve girtî, em fêr bûn ku muwekîlên me Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên li Girava Îmraliyê jî sirgûnî Girtîgeha Silîvrî hatine kirin. Daxwaza me ya îro (05.01.2016) ya ji bo zelalkirina rewşê û derxistina holê ya ji bo hevdîtinê, ji aliyê personel û îdareya Girtîgeha Silîvrî ve hat astengkirin.”
‘Hewldanên dozgeriyê bê encam man’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêkanînên derveyî hiqûqê ku li Girava Îmraliyê dihatin meşandin li Girtîgeha Silîvrî jî ketine meriyetê û dewam kir: “Bêyî hêncet û spartekên qanûnê, hevdîtina me ya bi muwekîlên me re hat astengkirin. Di serî de Midûrê Girtîgeha Sîlîvrî, bi temamî îdareyê xwe nedaye ber agahîdayînê. Hewldanên di şexsê dozgeriyê de pêk hatin jî bê encam man.”
‘Em ji rewşa Ocalan bi fikar in’
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (Asrin) di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku têkîldarî muwekîlê wan yê li giravê ji Îdareya Girtîgeha Îmraliyê jî bi israr xwe nedaye ber agahîdayinê û dewam kir: “Ji vê kêliyê ve êdî di serî de Birêz Ocalan, têkîldarî rewş û şertên fîzîkî yên muwekîlên me de ti agahiyên me tinene. Ev rewş fikaran bi me re çêdike.”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li Wezareta Edaletê û tevahî berpirsiyaran kir ku agahiyê bidin, tecrîda girankirî ya derveyî hiqûqê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên din demildest bi dawî bikin.
STENBOL