Ti milet ne muaf e

Haberleri —

Dewleta Tirk bi tevahiya hêz û xurtiya xwe, bi keftariya xwe, bi kesxwuriya xwe, xwe berdaye ser Kurdistanê. Dixwaze ji zindîbûna şoreşekê, kelaxekî şikestinê biafirîne. Ev hewldan helbet ne bêserûber e, ne bêplan û bêserî ye. Peyama tê dayîn eşkere ye: Vîna we çi dibe bila bibe, em ê bi xurtî vîna we bişkînin û serî li we bitewînin!

Kî vê dike? Aqlê dewletê. Baş e, ma ev aqlê dewletê bi tena serê xwe ye? Helbet na, îro bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan, bi hikûmeta AKP’ê, bi artêşa wê û hevgirên wê yên herêmî û navneteweyî êrîşeke berfireh heye. Dibe ku armanca aktoran hemûyan ne weke hev be. Lê guman têde nîne ku êrîşkariya wan vîna gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc. 

Xweserî ji bo wan bûye xewnereşkek ku kirasê reşûtarî yê li civaka Kurd û civatên Kurdistanî hatiye kirin, didirîne. Wan zîncîrên zingargirtî yên sedsalî êdî diqetîne, û rohniyeke geş bi ser civatên Kurdistanê de diweşîne. Ha ev rohnî, tirs e ji bo wan mejiyên bi tevnika zilmeta rabihuriyê pêçayî. Ji ber vê tirsê ye ku di şer de jî di silhê de jî ne merd in, xofa wan bejna wan qof dike. Ma ku ne wisa be mirov çawa wê rûreşiya ji bo mirovahiyê hemûyî rave bike? Çawa mirov li hemberî cenazeyan xwedî kîn be, êşkencê li wan bike, wan bişewitîne û li dora wan govendê bigerîne? Mirov wekî din çawa rave bike ku navçeyên herî Misilman ên Kurdistanê ji ber ku li ber xwe dane, ji ber ku xweseriya xwe parastine werin bombekirin, li ser dîwarên bajarê xirbemayî nivîsên nijadperest, nivîsên qaşo cîhadê binivîsîne? Ka vê carê ew cîhada li dijî miletekî Misilman çawa ye, çawa dibe ku talanbirin, dizî, destdirêjî, zêdegavî dibe cîhad ew jî bi serê xwe meseleyeke din e. Dawiya vê dijminahiyê qutbûneke eseh e. Di vê biwarê de dîroka Kurdistanê û dinyayê bi mînaka mişt e. Kî ne kor û korfêm be dikare bibîne.

Ez ê ji vir werim ser mijareke din ku hêja ye mirov behsa wê bike. Parlemantereke HDP’ê xwedê jê razî be ji bo xwedîderketina li xweseriyê û berxwedana Farqînê, bi rojan li wir bû. Beriya çendekê jî di ser medya civakî re hevokeke parve kir. Li gorî wê, ji Tirkan nijadperest çênabin, lewra Tirk ji xwe şerm dikin. Ez nizanim bi kîjan mentiqê ev gotiye? Gelo xeflet e, gelo xwedanader a bindestî û koledariyeke sedên salan e, gelo her ji me çêtir qebûlkirina nasnameyên serdestan e, gelo xwedanader a tirsekê ye, ‘heke em wisa nebêjin wê me biqelînin’? Ez pê nizanim. Lê ez pê dizanim her mirovê ne nijadperest û milethez baş pê dizane ku ji her miletî nijadperest peyde dibin. Nexasim jî ji wan miletan ku bi hêsanî pêyvên weke “Çi bextxweş e, ew kesê dibêje ez Tirk im” li çol û çiyan dinivîsin, bi zarokên xwe peyvên weke “Hebûna min bi qurbana hebûna Tirk be” didin gotin. Ti milet,ti nasname jê nemuaf e, pîs û xirab jî qenc û çê jî ji her miletî, ji her dînî derdikevin. Mirov rabe bibêje, wele ji filan miletî nijadperest dernakevin jî bi serê xwe nijadperestiyeke çelexwarî ye. Ez nizanim çawa terîf bikim ya rastî. Ji ber wê jî ji wê parlemanterê dibêjim, kesekî Tirk dikare bi hêsanî heqaretê li miletên din bike, helbet Tirkên vê nekin jî hene. Lê mijara min ew e ku hinan ew gefên bêrûmet, bêhesysiyet li ser dîwarên malên xelkê li Farqînê nivîsîn, ev jî bi îdîaya Tirkbûnê kirin. Ji bo çi mirov Tirkan û Tirkbûnê ji xirabiyeke, neçêyiyeke bi vî rengî muaf bigire. Ti kes û ti nasname nemuafê ji vê. Dema mirov bibêje, nabe ku ew kesê ev nivîsî Tirk be, hingê îhtîmalên din dimînin: dibe ku Kurd be, Ereb be, Ecem be, Elman be, Arnewut be, Laz be, Ermenî be û hwd. 

Wesselam, gotineke pûç a ne berbihevve bû ya ku wê parlemantera HDP’ê kirî. Xwedê dizane bi niyeteke baş nivîsîbû, lê niyeta baş her car nabe sedema kirin û emelê baş. Di vê peywendê de heqîqeteke heye, berxwedana Farqînê li dijî zilma dewleta Tirk bi serket, û berxwedana miletê Kurd wê li bajar û navçeyên Kurdistanê, li Nisêbînê, li Cizîrê, li Geverê, li Sûrê ji bi ser keve. Ew ên ku wê dûvê xwe bixin bi ranên xwe û ji Kurdistanê bicehimin jî, me gelek caran dîmenên wan ên revok dîtin. Mirovê ji miriyan bitirsin, êşkencê li miriyan bikin, jixwe ji mêj ve têk çûne, şikestine. Miletê Kurd jî xwe ji govenda şahiya mirovahiyê ji mêj ve amade kiriye. Ji niha ve azadî li miletê Kurd pîroz be.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.