Çalakiya Sintî Roma dawiya hefteyê saet 16.00´an li navenda Berlînê Alexanderplatzê dest pê kir û heta pêş monûmenta qurbaniyên Sintî Roma yên dema Naziyan hatibûn kuştin, dewam kir.

Di serî de NAVDEM Berlîn û gelek derdorên mirovhez destek dan çalakiya Sintî Roma. Di çalakiyê de axaftvanan got, îsal 160 hezar Sintî Roma ji Elmanya hatine dersinorkirin û dan zanîn ku kesên tên dersînorkirin li welatên tên şandin jî nayên qebûlkirin, ji hikûmeta Elman xwestin ku demildest dev ji vê polîtîkaya binpêkirina mafên mirovan berde.

Beriya bi du hefteyan girseyek ji gelê Sintî Roma abîdeya qurbaniyên Sintî Roma ya li kêleka parlamena Elman a Federal dagir kiribû, lê polîs bi darê zorê ew ji wir derxistibûn.

Çalakgerên Sintî Romayî dan xuyakirin ku heta ev polîtîkaya li dijî mafên mirovan bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û gotin: Elmanya welatê me ye jî. Bi milyonan mezinên me, mirovên me li vir ji aliyê Naziyan ve hatin qetilkirin. Gelê me yê hatî Elmanyayê divê li Elmanyayê bimîne. Ti kes qaçax nayê dinê û ti mirov îlegal nîne.