Şiyê


Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve dewleta dagirker a Tirk bi hêzên opozîsyona Sûriyeyê yên Sunî re ketiye nava tifaqê. Hemû hesabên xwe li ser tifaqa Sunî da rûniştandin û xwest li Sûriyeyê de bibe xwedî gotin. Her wiha ji bo xwe planek çêkir ku heta sala 2023’yan desthilatdar be û di dîzaynkirina herêmê de bibe xwedî gotin. Li ser vê yekê bi hêzên faşîst re ket nava tifaqê, destek da hemû grûbên radîkal û li Sûriyeyê şerekî bi wekalet da meşandin. Ev şer bi temamî li dijî projeya me ya neteweya demokratîk bû. Rexmî vê projeya neteweya demokratîk niha bûye malê hemû gelên li herêmê. 

Bi vî şerî re dagirkeriya Tirk mudaxilî hundirê Sûriyeyê kir. Ji milê din ve tifaqa bi Barzanî re -ku ew jî hêzeke Kurdên Sunî ye- destwerda hundirê Iraqê. Tevî ku hemû hewldanên Tirkiyeyê vala derketin jî, dîsa ev şer bi wekaleta DAÎŞ’ê dikir. Lê bi rizgarkirina Minbîcê re êdî artêşa Tirk a dagirker di bin navê Mertalê Firatê de bi xwe beşdarî şer bûye. Bi senaryoyekê Cerablûs dagir kir. Endamtiya xwe ya NATO’yê weke tehdîd bi kar anî. Gef li hêzên cîhanî weke koalîsyona navdewletî û Rûsya xwar ku ger nebe beşek plana li ser Sûriyeyê ewê hemû planên wan xirab bike. Birastî jî bi xwe di xeta DAÎŞ’ê de bû û ji vê yekê sûd wergirt. Jixwe hêzên cîhanî jî pêwîstiya wan bi hêzeke mîna Tirkiyeyê hebû ku weke Şûrê Demokles li ser serê hêzên li herêmê be, ji bo ku bîne hîzayê û bixe bin xizmeta xwe. Li ser vî esasî hebûna Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê pejirandin ku 20 km bikevin  axa Sûriyê. Lê dagirkeriya Tirk bi vê yekê razî nebû û berê xwe da Babê. Xwest xeyala xwe ya Xelîfeya Osmanî pêk bînê û heta Reqa ji wir jî heta Şengal û Mûsilê biçe. Bi vê xeyalê piştî Babê yekser berê xwe da Minbîcê. Di nava rojekê de Rêjîm, DAÎŞ û Tirk bi hevdû re gihiştin gundewarê Minbîcê û li wê derê hemû hêzan bi hevdû re êrîşî ser hêzên meclîsa leşkerî ya Minbîcê û hêzên QSD’ê kirin. Li wir 48 saetan destanên berxwedan û lehengiyê hatin nivîsandin. Hemû êrîş hatin şikandin. 

Li vir çend pirs tên hişê mirov ku bê pirsîn û bersiva wan rast bide. Gelo çi mafê dagirkeriya Tirk li Minbîcê heye? Gelo çawa sê hêzên li dijî hev DAÎŞ, Rejîm û Tirk bêyî ku dengê xwe ji hevdû re bikin, di mesafeta çend kîlometreyan de cuda cuda êrîşî hêzên meclîsa leşkerî ya Minbîcê bikin? Çima balafirên Rûsya û Koalîsyonê li hêzên dagirkeriya Tirk nexistin, hatin li şervanên meclîsa leşkerî ya Minbîcê xistin? Rast bersivdayîna van pirsan girîng e. Bêguman hemû hêz difikirin ku Minbîc ji hêla Kurdan ve hatiye dagirkirin. Rejîm ji milekî ve, DAÎŞ ji milekî ve û Tirk ji milekî ve qaşo dixwezin Minbîcê ji destê Kurdan derxînin. Lê ev weke roniya rojê zelal e ku ne rast e û tu mafdariya wan li wê herêmê nîne. 

Rast e, Minbîc bi alîkariya YPG û hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin û paşê radestî meclîsa leşkerî ya Minbîcê hat kirin. Li wir kê xwîn rijand û fedekarî kir, mafê wan e ku wir biparêzin û bi rêve bibin. Îro Minbîc weke mozaîka gelan e. Meclîsa wan a sivîl ji çar pêkhateyên bingehîn Ereb, Kurd , Tirkmen û Çerkez pêk tê. Rêveberiyek xwe ku dikarin xwe bi rêve bibin heye. Her wiha meclîsa leşkerî ya Minbîcê heye û dikare Minbîcê biparêze. Yên din hemû hewldanên dagirkeriyê ne û armanca wan a bingehîn jî ew e ku li pêşiya projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bibin asteng. Ji ber ku di hundirê vê projeyê de, di serî de gelê Kurd hemû gelên li herêmê statuya xwe bi dest dixînin. 

Hêzên weke Rejîm û Tirkiyê yên statukoparêz ku di dîzaynkirina herêmê de naxwazin gelê li herêmê bigihên mafên xwe û tunebuna xwe di vê yekê de dibînin. Li ser vê yekê hemû hêzên xwe pêşkêş dikin û xwe bazar dikin ku ji bo ev yek pêk neyê. Lê ev bi tu şêwazî ne gengaz e. Ji ber ku êdî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê tiştek weke berê nameşe. Ne dostên berê dostên îro ne, ne jî dijminê berê dijminê îro ne. Bi vî şerê li Sûriyê re hevsengî hat guhartin. Êdî dem dema gelên berxwedêr û dema modernîteya demokratîk e. 

Di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de jî pêşbirkek kûr heye. Heya dawiyê ew ê ev pêşbirk berdewam bike. Di encamê de li herêmê kîjan hêz xwe baş bi rêxistin kiribe û nakokiyên bingehîn ên vê civakê baş fêm kiribe, ji bo çareseriyê jî ew ê xwedî projeyek rast be û bi ser bikeve. Niha Minbîc nimûneya projeya modernîteya demokratîk e. Êdî mîna bihareke gulan vedike. Cara yekemîn piştî salên dirêj jinên Minbîcê li ser kela dîrokî 8’ê Adarê bi çar zimanan pîroz kir. Ger di civaka Minbîcê de jin gihîştine vê astê, êdî kesek nikare di eşqa jiyana azad de bi paşde gav bi wan bide avêtin. Êdî bi hêza xwe bawer in û rastî jî ev e.