Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlîbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd di 18 û 19’ê 2020’an de li Amedê pêk hat, bi encamnameyekê bi dawî bû. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel têkildarî yekitiya neteweyî axivî, îşaret bi şerê cîhanê yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn kir û got:
“Di vî şerî de desketiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibin hedefa dagirkeran. Ji bo vê yekê di şert û mercên heyî de, Kurd neçarin pir zelal polîtîkayeke hevpar û reflekseke hevpar peyda bikin… Niha li Bakurê Kurdistanê hewldanên yekitiya neteweyî li gorî perçeyên din bi taybetî jî li gorî Rojava û Başûr zehmetire hem jî şert û merc dijwartirin. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê di bin zext, zor û dagirkeriyeke mezin ya rejîmê de ye. Bi taybetî jî rejîma AKP-MHP’ê bi navê Kurdîtiyê çi hebe kiriye hedef û hişmendiya xwe ya qedexekar nû kiriye.
Eger rêxistinên Kurd ên siyasî û civakî li Bakurê Kurdistanê yekitiya neteweyî pêk bînin û di bin avasaziyekê de qeyde û pîvanên xwe aşkera bikin wê bandora xwe li ser parçeyên din jî bikin.
Dagirkerên çar parçeyênên Kurdistanê naxwazin Kurd bibin xwedî statu. Statuya heta niha Kurdan destxistiye jî di bin êrîşan de ye. Ji derveyî yekitiyê ti rêya parastin û nirxan tineye. Ev sedsalek dîrokî ye ji bo Kurdan. Îro li Rohilata Navîn qeder tên tayîn kirin û sînor tên xiz kirin. Her wiha statuyên gelan ji nû ve tên diyarkirin. Di vê serdemê de jî Kurd aktorên herî girîng yên Rojhilata Navîn in. Ji bo vê yekê hê ne dereng e divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Ewil îro ev yek li Bakur pêk tê û bi hêviya ku ev li hemû parçeyên Kurdistanê belav bibe. Divê teqez partî û siyastmedarên Kurd ji bo dijmin nebin pêlîstok.”
ANF/AMED