Li navçeya Mêrdînê Kerboranê gel daket kolanan, ji Midyadê xelk ber bi Kerboranê ve dimeşe, li Wanê, Qoserê jî serhildan e. Ji gundên Botanê û Torê jî milet ber bi navenda navçeyên dor li wan girtî ve dimeşe.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li dijî terora dewletê gel daket kolanan. Ji navenda navçeyê taxên Tepebaşi, Bahçebaş, Sarayê bi hezaran kes daketin kolanan û ber bi taxa Safayê ve dest bi meşê kirin. 
Çalakiya gel bi dirûşmên “Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin” “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibin goristan” bi rê ve çû û ji gundên Deywan, Xelîla û gelek gundên din jî bi hezaran welatî ber bi navçeyê ve dimeşin. Heta saeta nûçe dihat amadekirin jî gel biryardar bû ku dorpêça li taxa Safayê bişkîne.


Botan li ser piyan e

Li navçeya Şirnexê Sîlopiyayê jî welatiyên ku ji gundan ji bo şikandina dorpêçê ji Rihaniye, Basûran, Teqyan, Bedro, Ziristinê û Nêrvanê bi sedan wesayîtan dan rê. TOMA’yên ku sewqî herêma Nêrvanê hatin kirin, pêşiya gel girtin. Leşker û polîsan gule li milet reşandin. Heta nûçe dihat amadekirin jî gel xwe li dijî êrîşan diparast û hewl dida xwe bigihîne Silopiyayê.




Wanê serî hilda

Li Wanê jî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên tinekirinê yên li Kurdistanê, bi hezaran kes li Parka Feqiyê Teyran a civiyan. Girseya gel bi gotina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Zext nikarin bi me” ber bi Meydana Beşyolê ve dest bi meşê kir. Lê belê polîsên dewleta Tirk êrîşî girseyê kirin. Li hemberî êrîşa polîsan, gel dest bi xweparastinê kir. 


Li Qoserê berxwedan

Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser daxuyaniya Qoseriyan a li dijî pêkanînên rêveberiya awarte. Gel bi kevir û fîşekên hewayî xwe diparêze, çalakî li taxên Koçhîsar û Berçem belav bûn. Ji ber bombeyên deng ên li dijî polîsên Tirk tên bikaranîn, ji navçeyê dengê teqînên dijwar tê. Li navçeyê li taxên Koçhîsar, Berçem, Tepe û Îpekê şer û pevçûnan heta doh danê êvarê jî bi awayekî bi şid dewam dikir.


Midyadiyan berê xwe dan Kerboranê

Bi sedan Midyadî, bi pêşengiya KJA’yê ji bo şermezarkirina êrîşên li navçeyên Mêrdînê Kerboran û Nisêbînê meşiyan. Beriya meşê bi sedan Midyadî li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê civiyan û heta Meydana Kardeşlîkê meşiyan. Li dû meşê Hevseroka DBP’ê ya navçeyê Bîrgul Toprak axivî û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê şermezar kir. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî dîmenê “qedexeya derketina derve” şibandin dîmenê talankirinê. Piştî meşê girseya gel li wesayîtan siwar bû û ber bi Kerboranê ve bi rê ket. 

 

 NAVEDAN NÛÇEYAN




Ew ê peya biçin


Li dijê çekdarên dewletê berxwedana Kurdistaniyan bi biryardarî dewam dike. Di encama çalakiyan de maşînên zirîhpoş, tîmên taybet û kujerên bi meaş jî di navê de gelek unsûrên dijminê gel hatin bê bandorkirin.

Li navçeya Amedê Sûrê ku ev 19 roj in êrîşên li dijî gel lê didomin, li gelek deveran teqînên dijwar çêdibin. Li dijî êrîşkarên dewletê ku Class Otel a li cadeya Gaziyê ji tîmên taybet re kiribûn biryargeh û ji wir li dijî gel êrîş pêk dianîn, çalakiyek hate lidraxsitin. Hate zanîn ku di encama çalakiyê de 2 tîmên taybet ên li otelê hatine kuştin.  Li aliyê din pêr êvarê li taxa Karadenîzê li dijî wesayîta zirîhpûş çalakiyek pêk hat û di encamê de wesayîta zirîhpoş derb xwar.


Tankeke dewleta Tirk hat îmhakirin

Hate ragihandin ku doh danê nîvrojê li Kerboranê di encama teqîna dijwar de tankeke artêşa Tirk hatiye rûxandin. Hat zanîn ku li Taxa Safa bûyer qewimiye û di tankê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene. Ji ber ku nexweşxane di bin dorpêça polîsên Tirk de ye agahiyên zelal nehatin bidestxistin.


Li Cizîra Botan, l eşkerekî din hat kuştin

Li aliyê din li navçeya Şirnexê Cizîrê jî dewleta Tirk li kuştiyekî xwe yê din mukir hat.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, li Cizîrê doh sibehî di dema şer de leşkerek bi giranî birîndar bûbû ûli nexweşxaneyê miriye. 


Di terorê de qonaxa AKP´ê 


Terora dewleta Tirk li dijî navçe, bajarên Kurdistanê û xelk û xwezaya wan didome.

Li navçeya Çirnexê Silopiyayê rewşa awarte di roja 8’an de ye, û doh dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) û tiyê wê bavê 6 zarokan Yusuf Înan (40) ên ku pêr bi şev li Taxa Nuhê di gulebarana tîmên taybet de giran birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan. Di gulebaranê de welatiyê bi navê Halît Înan jî birîndar bûye û hat zanîn rewşa wî jî giran e. 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez derbarê terora dewletê de got: “Niha Silopî bi awayekî hovane tê bombekirin. Li navçeyê bi hezaran zarok û jin hene. Bi sedan nexweşên giran hene. Niha bêserûber bombebaran dikin. Gelê Silopiyayê bi komkujiyan re rû bi rû ye.”


Bi sedan sewal hatin kuştin

Li navçeya Mêrdînê Kerboranê rewşa awarte di roja 11´an de dewam dike. Li navçeyê sewalên welatiyan jî hedef tên girtin. Yekê ji welatiyan Mulkiye Akyuzê got, hêzên dewletê êrîşî çavkaniyên wan ên jiyanê dikin û wiha axivî: “Ez nikarim bi rojan bigihim sewalên xwe. Êdî dengên wan jî dernakeve. Bawer im ji birçîna mirine.”


Dewlet dişewitîne

Li navçeya Amedê Sûrê êrîşên îmhayê yên hêzên dewletê ev 19 roj in bê navber dewam dikin û gel jî berxwedana xwe xurtir dike. Hêzên dewletê doh serê sibehê êrîşên xwe dijwartir kirin bi topebaranê navçeyê dişewitînin. Ji ber bombebaranê li navenda Sûrê li taxên Karadenîz, Savaş û Hasirliyê û derûdora avahiyên nêzî mizgefta Kurşunlu û Sûka Mast gelek mal şewitîn.