
NECLA DEMÎR / MUHAMMET DOGRU / MA / STENBOL
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilatê Bakurrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş û Civaknas Zana Farqînî diyar kirin ku divê ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd bi ruhê seferberiya Kobanê tê bikoşin û wiha peyivîn, “Dermanê Kurdan yekitiya neteweyî ye û divê bi ruhê Kobanê têkoşîn bê kirin.”
Di Şoreşa Rojava de cihê Kobanê di têkoşînê de diyardeyek e, di heman demê de ji bo dîroka mirovahiyê jî bajarekî girîng e. Piştî Mûsilê di 15’ê Îlona 2014’an de DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê, li vir derbeke giran xwar. Dema êrîşên li dijî Kobanê xurt bûn, hemû Kurd bi ruhê seferberiyê xwedî li bajarê xwe derketin, her çendî Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan gotibe, “Kobanê ket û hat ket“ jî, 6’ê Cotmehê li her derê, Kurd daketin kolanan û çalakiyên şermezarkirinê li darxistin. Çalakiyên di serî de li Tirkiyeyê dest pê kirî, li tevahiya cîhanê belav bûn û di berxwedana 134 rojan de bajar hat azadkirin.
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilatê Bakurrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş û Civaknas Zana Farqînî der barê berxwedana Kurdan û ruhê seferberiyê de nihêrînên xwe parvekirin û dan zanîn ku divê gelê Kurd ji bo yekîtiya neteweyî bi ruhê seferberiyê têkoşînê xurt bike.
Kurd bûn yek
Abdulhakîm Daş da zanîn ku ruhê Kobanê her çar perçeyên Kurdistanê gihandine hev, Serokomarê Tirk Erdogan ji bo Kurdan di wir de bifetisîne daxuyanî dane û wiha peyivî: “Di dema Kobanê de heke li cihekê din jî zilim li Kurdan bihata kirin, dê li her derê berxwedan dîsa derketa holê. Dema em îro li Rojava mêze dikin, ruhê neteweyî heye. Kêm be jî li Başûrê Kurdistanê jî ev ruhê neteweyî heye. Divê li Tirkiyeyê jî Kurd tevlî pêvajoya yekitiya neteweyî bibin û pêvajoyê bi lez bikin.”
Daş îşaret bi girîngiya xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd kir got, “Ez bang li hemû partî û rêxistinên siyasî dikim. Xebatên xwe dewam bikin, lê vê yekê wekî astengiyekê nedin pêşiya yekitiya Kurdan.”
Kobanê ruhê yekîtiyê ye
Civaknas Zana Farqînî jî anî ziman ku ruhê Kobanê ruhê neteweyî ye, êdî êrîş li dijî nasnameya Kurd pêk tê û wiha peyivî: “Hemû hest û fikrên Kurdan li Kobanê û Şengalê derketin holê. Ne tenê Kurdên li Tirkiyeyê, ne tenê li Kurdistanê jî li her derê xwedî li Kobanê derketin. Divê partiyên siyasî yên Kurd û siyasetvan vê rewşê baş şîrove bikin. Kurd di kîjan rewşê de dibin yek, di kîjan rewşê de ji hev vediqetin? Heke em civaknasiyeke baş a civakê nekin, em ê siyaseteke baş nikaribin bikin. Di sedsala 21’an de Rojhilata Navîn dîsa tê dîzaynkirin. Dema Kurd jî ketin tengasiyê, dîsa jî tifaq tê hişê mirov.”
Mar û mişk bûn bira
Farqînî bal kişand ser têkiliyên di navbera Iraq, Îran û Tirkiyeyê de jî û got, dema mijar dibe referandûma serxwebûnê, hemû dibin yek û wiha pê de çû: “Yanî mar û mişk dibin bira. Ev hevkarî ji bo Kurdan ji holê rakin pêk tên. Ji ber wê jî divê Kurd jî xwe biparêzin û hevkariya xwe xurt bikin.” Farqînî got, “Kobanê ji bo Kurdan semboleke dîrokî ye” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rola Kurdan derxist pêş. Di vê sedsala 21’an de Rojhilata Navîn ji nûve tê sererastkirin, divê Kurd jî biryara xwe bidin. Ew ê di vir de kîjan rolê bigirin ser xwe? Heke di vê rewşê de hevgirtinek tune be, dê li çar parçeyan jî temsîla Kurdan derneyê holê û ev dê parçebûnê kûrtir bike.”