KCK’ê diyar kir ku tifaqa di hilbijartinên Stenbolê de bi HDP’ê re berbiçav bû, gelekî girîng e û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hemûyan kir da ku tifaqa demokratîk xurt bikin û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê geş bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê hilbijartinên Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ hem deriyên Îmraliyê vekirin, hem jî derbeke girîng li faşîzma AKP-MHP’ê xist. Têkçûna vê tifaqa faşîst li Stenbolê encama pêngavê ye. Lewma ya ku bi ser ket û bi ser xist, xeta Rêber Apo ya demokratîkirina Tirkiyeyê ye ya li ser bingeha tifaqa demokratîk e.”
‘Rêber Apo helwêsta gelê Kurd diyar kir’
KCK’ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd helwêsta HDP’ê afirandiye, bûye sedem ku gelê Kurd bi hişmendiyeke xurt a demokratîk tevbigere.
KCK´ê got, “Rêberê Gelê Kurd çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re di zikhev de dibîne; pîvana helwêsta polîtîk a gelê Kurd jî bi rengê ku xizmetê ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re dike yan na, destnîşan kiriye. Helwêsta gelê Kurd a 23’ê Hezîranê jî bi vê pîvana Rêber Apo diyar bûye. Rewşa Rêber Apo ya li Îmraliyê mîsyona pêkanîna aştî û çareseriya demokratîk a li ser bingeha lihevkirin û danûstandinên demokratîk e. Mîna doh îro jî muxatebê esasî yê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.”
KCK´ê wekî din got, di navbera wan û “Rêber Apo” girêdanek heye ku hêzên mêhtinger nikarin tê bigihîjin.
Referandûma demokrasiyê
KCK´ê nirxandina xwe wiha dewam kir: “Hilbijartinên 23’ê Hezîranê mîna ku HDP’ê destnîşan kir, veguherî referandûmeke demokrasiyê. Ev referandûm di heman demê de razîbûna gelên me ye ku li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ev referandûm nîşaneya îradeya gel e ku hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê hemûyan elaqedar dike.
Tifaqa demokratîk ku Rêber Apo jê re rêya sêyemîn dibêje û di afirandina wê de bi roleke diyarker rabûye, di vê hilbijartinê de hem xurt bû hem jî berpirsyariya xwe ya dîrokî zêde bû. Bi hişmendiya ku Rêber Apo afirandiye û xeta siyasî ya ku destnîşan kiriye, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê hêzeke mezin a demokratîk derxistin holê û ji bo gelan jî hêviyeke mezin afirand.”
‘Têkoşîn li ser xeta Rêber Apo geş dibe’
Di dawiyê de KCK´ê got, “Tifaqa gelê Kurd a bi hêzên demokrasiyê re ku bi HDP’ê re berbiçav bû, gelekî girîng e. Serketina di 23’ê Hezîranê de ne tenê serketina gelê Kurd e. Serketina hemû pêkhateyan e ku di bin sîwana HDP‘ê de alternatîfa demokratîk şoreşger ji bo Tirkiyeyê afirandine. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku vê tifaqa demokratîk a ku serketineke mezin bi dest xist û bi ser xist, xurttir bikin, têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê geştir bikin û rastiya Tirkiyeya demokratîk biafirînin.”
ANF / BEHDÎNAN