Tifaqa partiyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ku navê Tifaqa Kurdistanî li xwe dikin û ji Hereketa Azadî, PAK, PDK-T, PSK û PDK´ê pêk tê, çû serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Piştî ragihandina vê tifaqê, tifaqê dest bi serdana partiyên din kir. Doh nûnerên payebilind ên her 5 alî û partiyên Kurd li Amedê çûn serdana HDP´ê û ji aliyê Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan û Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ên Mêrdînê, Ahmet Turk ve hatin pêşwazîkirin. Di şanda Tifaqa Kurdistanî de Serokê Giştî yê PAK´ê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK´ê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T´ê Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSK´ê Mesut Tek û Berdevkê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî amade bûn. Tifaq beriya hingê çûbû serdana Partiya ku xwe disipêre rabihuriya hevkariya kontratiyê ya bi dewleta Tirk re, Partiya HUDAPAR´ê jî ku di nava xelkê de weke Hizbulkontra navdar e. AMED