Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, şevê berîn li derdora gundê Kur Hiso ku 7 kîlometre dikeve rojavayê Til Ebiyad, di navbera şervanên YPG’ê û Cephet El-Nusra de şerên dijwar qewimîne. Hat ragihandin ku di encama şer de 26 çekdarên El-Nusra hatin kuştin û hinek jî dîl ketine destê YPG’ê. Her wiha 2 çekên qernas, 2 çekên BKC û doçkayek hatin desteserkirin, doçkayek hatne ruxandin, 2 seyare hatin şewitandin û tangek jî hat derbkirin.
Hat gotin ku di encama pevçûnan de gundê Kur Hiso ketiye destê YPG’ê. Hat ragihandin ku şervanên YPG’ê ji Kur Hiso heta gundên Ceren û Sikeryatê bendên kontrolê danîne û Sikeryat jî dorpêç kirine.
Di 20’ê tîrmehê de jî heman çeteyan êrîşî taxên kurdan kiribûn û bi sedan kes girtibûn, îşkence li wan kiribû. Li ser vê yekê hêzên Cephet El-Ekrad ku ew jî ji tabûrên kurdan pêk tê, bersiva êrîşkaran dabû û şer de 35 êrîşkar kuştibûn.
Nûnerê El Ekrad qetil kirin
Navenda Çepemeniya Cephet El-Ekrad jî îdia kir ku dema teslîm kirina Emîrê Cephet El-Nusra Ebû Mûsaab de, nûnerê wan yên peywendî Ela Îsmaîl Şêxo piştî hinek sivîlan berdan û bi zorê li cem xwe hiştine û dure li pêşiya çavê gel ew qetilkirine, her wiha mala wî jî hatiye teqandin.
Bi dehan kes dîl in
Li gorî agahiyên ku ji Til Ebiyad hatine, kesên ji aliyê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Cephet El-Nusra ve hatin revandin bi tevahî ji sivîlên jin û zarokan pêk tên û çete îşkencê li wan dikin. Welatiyan diyar kir ku talana li taxên Lêl û Cisirê didome û li ser malê kurdan nivîsên ‘Mulkê Dewleta Îslam’ tên nivîsan û eşîra ereb ya Sixnê jî tevli talanê bûye.
Li Tirbespiyê êrîş
Pêr di saetên ber êvarê çeteyên Cebhet El-Nusra yên giridayî El Qaîde êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê ya ku parastina gundê Mihemed Diyab a 10 km li başûrê Tirbespiyê kirin. Di encama bersiva şervanên YPG᾿ê de şer derket di şer de 2 êrîşkarê El Qaîde hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li ser vê êrîşkar reviyan gundên derdorê û hinek ji wan reviyan bajaroka Til Koçer.
Benda kontrolê ya Mihemed Diyab riya ketina dehan gundê herêma Sinceqê ya li başûrê Tirbespiyê ye û beriya niha wek bîryargeha El-Qaîde dihat bikaranîn û ji wir mal û milkên welatiyan talan dikirin. Li ser daxwaza Şêniyên gund komên çete ji gund hatin derxistin.
TIRBESPIYÊ
Rastiya şerê Rojava
Li gorî agahiyên bi dest ketine 3 ciwanên xelkê Başûrê Kurdistanê di şerên dawî de ketine destê Yekîneyên Parista Gel(YPG)’ê û rastiya şerê ku El Qaîde di de meşan tîne ziman.
Di dema borî de hatîbû ragihandin ,ku ciwanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê çend navendên olî û mizgeftan ve tên bi rêxistin kirin û dişînin Sûriyeyê û tevlî çeteyan û El Nursa dibin, her wiha li dijî gelê Kurd şer dikin.
3 Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên bi navê Mîran Ebdullah, Zerdeşt Elî û Daban Silêman di lêpirsînê de dan diyar kirin ku, em li ser navê dijî Beşer Esed şer bikîn, birîn Rojavayê Kurdistanê, lê li bajarê Til Temir em rastî şervanên YPG’ê hatin.
Çeteyan Kurdî qedexe kirine
Ciwan balê dikişînin li ser wê yekê ku, ew komên ku li ser navên Îslamê êriş dikin, li dijî gel şer dikin û di nava du rojên derbazbûyî de jî serê du ciwanên Kurd birîne. Her wihali mizgeftan bangawazî kirine ku kuştina kurdan, talankirina mal û milkê wan helale. Destdirêjiya li ser jinên Kurd jî helal dikin û van hemûyan ji bi navê biheştê dikin. Vê carê ji zimanê Kurdî li çekdarên Kurd qedexe kirin.
Yek ji wan girtiyan di de diyarkirin ku, mizgefta bajarê Silêmaniyê ew bi rêxistin kiriye û wiha got. “Li mizgefta Nura bajarê Silêmaniyê ji aliyê çend kesan û aliyan ve haitye bi rêxistin kirin û rêkirine Rojavayê Kurdistanê.”
QAMIŞLO