Bi şîara “Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin” Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîs ji bo zarokan çalakiyên cuda cuda li dar xist.
Di çalakiyan de endamê rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemisê Simko Cûdî axivî û got: “Di çarçoveya hemleya pêşxistina hişmendiyê ya di bin dirûşma ‘Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin’ de em van çalakî û şahiyan ji zarokan re li dar dixin da ku hezkirina wan ji perwerdeyê û xwepêşxistinê re zêde bibe.”
Piştre Koma Şehîd Ezîz Ereb a şanoyê şanoyeke xwe ya bi navê “Serfirazî ji bo welat” pêşkêş kir. Di çalakiyê de her wiha zarokê bi navê Ela El-Mihemed helbesteke xwe bi navê “Firoşkarê Axaftinan” ji beşdaran re xwend. Di çalakiyê de Koma Şehîd Hêvî ya şanoyê şanoyeke xwe ya bi navê “Efrîn” pêşkêş kir.
QAMIŞLO