Şêniyên herêma Til Hemîsê cara yekemîn piştî rizgarkirinê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Şêniyên bajarok rojbûna Ocalan bi şahiyekê pîroz kir.

Şahî li parka `Rêber Abdullah Ocalan` ku bi wêneyên Ocalan û ala TEV-DEM`ê hatibû xemilandin, hate lidarxistin.

Endama Komîteya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM`ê ya bajarokê Til Hemîsê, Heyal El-Xiwêr di şahiyê de axivî û got: ʺBi saya felsefeya Rêber Apo şêniyên herêma Til Hemîs ji şer û kuştinê rizgar bûn û niha bi aramî dijînʺ.

Bi navê Şaredariya Gel a bajaroka Til Hemîsê jî Salih Ebûş got; ʺGelê herêmê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk felsefeya Ocalan ji xwe re esas digirin û bang li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku Ocalan serbest were berdan.ʺ

Piştî wê şêniyan li ber stranên gelêrî govend gerand û şahî bi dawî bû. 


TIL HEMÎS