Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa’ de bajarê Til Koçer ji komên çete hatiye rizgarkirin. Fermandariyê destnîşan kir ku operasyona wan ketiye merheleya sêyemîn û bang li pêkhateyên Til Koçer kir ku meclisa xwe ava bikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê operasyona rizgarkirina bajaroka Til Koçer de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanên YPG/YPJ’ê di nava 4 rojan de bajarê Til Koçer bi temamî ji çeteyên DAIŞ, El Nusra û komên girêdayî wan paqij kiriye û bajar xistiye bin kontrola xwe. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên YPG/YPJ’ê di operasyonê de 5 tang, fûzeyek, topek, 6 doçka, bildozerek, gelek çekên ferdî û cebilxane desteser kirine, her wiha bi dehan endamên komên çete hatine kuştin.

3 şervanan jiyana xwe ji dest da

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di operasyonê de 3 şervanên YPG’ê bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şahdetê.
YPG’ê di daxuyaniyê xwe de destnîşankirin ku qonaxa 2’yemîn a ‘Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Çilaxa û Tirbespiyê’ bi serkeftî bi encam bûye û operasyon ketiye qonaxa 3’yemîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên YPG’/YPJê ne alîgirên şer in û dê her dem li ser xeta xwe ya parastina destkeftiyên hemû pêkhateyên Rojava bimînin, dê hemû pêkhateyên herêmê biparêzin.

Banga avakirina rêveberiya gel

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete êrîşî herêmên Rojava yên bi ewle dikin, ji van êrîşan jî Til Koçer wekî navend bi kar dianîn, lewre ev operasyon hatiye lidarxistin û ev tişt hat gotin: “Komên çete bajaroka Til Koçer wekî navenda xwe ya sereke bi kar dianîn û ji vir êrîşî gelê herêmê dikirin. Li dijî gelê herêma Cizîrê êrîşên bombeyî pêk dianîn. Di van demên dawî de van koman zêdeyî 20 êrîşên bombeyî û întîharî li dijî gelê Rojava pêk anîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên Til Koçer hat kirin ku rehet bin û ji bo rêveberiya bajar, meclis û hêzên xwe yên Asayîşê ava bikin, li hemberî vê yekê jî dê şervanên YPG/YPJ’ê wek hêzek neteweyî parastina wan bikin û li dijî hemû cureyên êrîşan derkevin.

Ji hikûmeta Iraqê kêfxweşî

Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê Deriyê Sînor ê Til Koçer kir bin kontrola xwe Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Girêdayî Parlamantoya Iraqê ragihand ku ew ji ber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Deriyê Til Koçer kontrol kirine kêfxweş bûne û desthilatdariya Iraqê dê derî ji bo bazirganiyê ji gelê Rojava re veke.  

Muslim: Wê riyên nû veke

Hevserokê  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Salih Muslim diyar kir Deriyê Til Koçer ê sînorê ku di navbera Rebîda û rojavayayê Kuridstanê de ji aliyê YPG’ê ve hatiye bidestxstina û da zanîn ku ev derî dê wekî alternatîfeke nû li dijî ambargoya li ser Rojava û riyên siyasî yên nû veke.
Hevserokê PYD’ê Salim Muslim tevli nûçeyên Stêrk TV bû û hin mijarên di rojevê de nirxand. Muslim bal kişande ser serkeftina YPG’ê ya Til Koçerê û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê pîroz kir û aşkera kir ku ev serkeftina hemû Kurdistanê ye.
Muslim da zanîn ku, serkeftina li Til Koçerê dê hem di aliyê siyas û hem jî di aliyê aboriya rojavayê Kurdistanê de guhertinan bi xwe re bîne. Muslim bi lêv kir ku li dijî ambargoya li ser hemû rojavayê Kurdistanê alternatîfek nû çêbûye.

 QAMIŞLO




DBK’ê Deriyê Sêmalka bi fermî girt


Deriyê sînor ê Sêmalka piştî ku rêveberiya başûrê Kurdistanê destûra hatin û çûnê neda, ji aliyê Komîteya Rêveberiya Deriyê Sînor a girêdayî Desteya Bilind ve bi awayekî fermî hat girtin. Endamê Komîteya Rêveber a Deriyê Sînor ê Sêmalka ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd Siyamend Osman diyar kir wan ji pêr êvarê ve deriyê Sêmalka bi temamî girtiye û hemû xebatkar paşve hatine kişandin. Osman bi lêv kir ku cihê deriyê sînor êdî wê wekî noqteyek sînor bimîne.
Osman, destnîşan kir ku wan li ser kiryarên hikûmeta Başûr ku ji aliyê PDK’ê ve tê birêveberin ên astengkirina hatin û çûnyînê ev biryar girtiye. Osman anî ziman ku hikûmeta Başûr rê nade alîkariyên mirovî yên wekî derman, xwarin û hwd. ku derbasî Rojava bibin, derî di xizmeta siyaseta xwe de bi kar tînin.
Osman qedexekirina derbasbûna hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: “Di dawiyê de jî rayedarên deriyê sînor li aliyê Başûr rê ne dan ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbas bibe, kesên piştgirya PDK’ê dikin rojane diçûn û dihatin.” Siyamend, got ku sazî û dezgehên alîkariyê dikarin alikariyên xwe di noqteyên din ên sînorê Rojava re derbas bikin.

SÊMALKA




Li Girê Spî 7 çete hatin kuştin

Li rojavayê bajarê Girê Spî pêr di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şam (DAIŞ) de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 7 çeteyan hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li derdora gundê Bîrkino pêr bişev di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê de pevçûn derketin. Hat ragihandin ku di encama pevçûnan de 4 çete hatin kuştin û wesayîtek wan hat rûxandin. Hat gotin ku li derdora gundên Sûsik û Yarqo jî di navbera hêza parastina gel û çeteyan de pevçûn derketin û di encamê de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û 3 çete hatin kuştin. Li aliyê din hat gotin ku komên çete gundên Evdiko, Girê Sor û Qîzeelî bi hawnan topbaran kirine û di encamê de ziyana madî çêbûye.

GIRÊ SIPÎ