Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest daye, 122 kes jî birîndar bûne.
Bîlançoya êrîşên bombeyî yên pêr êvarê yên li Til Temirê ji aliyê rêveberiya Kantona Cizîrê ve hat eşkerekirin. Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest daye, 122 kes jî birîndar bûne.
Bi sê wesaîtên bombebarkirî êrîş
Çeteyên DAIŞ'ê pêr êvarê saet 17:20'an li navenda bajarê Til Temirê bi sê wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk anîbûn. Rêveberiya Kantona Cizîrê doh li Til Temirê lêkolîn pêk anî.
Di nava heyetê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf, ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Abdulkerîm Sarûxan, Rêzan Gula, Remziye Mehmûd û Dijwar Ehmed cih girtin.
'Weke Parîsê hesasiyetê nîşan bidin'
Piştî lêkolînan, Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat daxuyaniyek da. Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest daye, 122 kes jî birîndar bûne. Berekat da zanîn ku ev êrîş li hemberî gelê sivîl hatiye kirin û bang li hêzên navneteweyî kir, ku hesasiyeta ji bo komkujiya li Parîsê nîşan dane, ji ya li Til Temirê re jî nîşan bidin.
TIL TEMIR