• Rûbî ya ji Efrînê ev saleke li tembûrê dixe û dibêje, lêxistina tembûrê kurdayetiya wê derdixîne pêş û Efrînê tînin bîra wê. Ew li kampa Berxwdanê diçe Navenda Çand û Huner û heta niha 21 stran jî ji ber kirine.
RONÎ HEMO JINNEWS/ŞEHBA Zaroka Efrînî ya bi navê Rûbî Mihemed Bêrem, zilma dewleta Tirk a li Efrînê bi tembûra xwe îfade dike û dibêje, "Min tembûr neqand. Ji ber ku wexta li tembûrê didim, kela canê min û kurdayetiya min bêhtir derdikevin pêş. Lêxistina tembûrê Efrînê jî tîne bîra min." Dewleta Tirk û komên girêdayî wê xwestin bi êrişên xwe yên li ser herêma Efrînê nasname û çanda Gelê Kurd li herêmê têk bibin. Şêniyên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê û li kampan bi cih bûne, û li ber xwe didin her roj ji bo çanda xwe têkoşînê dikin. Zaroka bi navê Rûbî Mihemed Bêrem a 9 salî ya ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata ya Efrînê, niha bi malbata xwe re li kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimîne. Rûbî ticarî destûrê nade ku koçberî tesîreke xirab li siberoj û zarokatiya wê bike. Dayika wê moral daye wê, niha fêrî lêdana tembûrê bûye û nêzî 21 stranên Kurdî jî ji ber kirine. Çong nedanî erdê Rûbî bal dibe ser koçberiyê û wiha dibêje, "Dema em ji Efrînê derketin me di her warî de gelek êş kişand û zilm li me bû. Şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin. Êş û azarên me kişandî, hîna di bîra min de ne. Niha jî em bi armanca vegera Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û ti êriş li pêşiya armanca me nabin asteng. Em ê bi ruhê berxwedana Efrînê ji dewleta Tirk û komên girêdayî wê rizgar bibin." Rûbî li ser hînbûna lêdana xwe ya tembûrê jî dibêje, "Li gorî derfetên kêm lêdana tembûrê ji bo min ne zehmet bû. Ez rojane berê xwe didim navenda Çand û Huner û xwe hînî lêdana tembûrê dikim. Germa û serma ji min re nebûn asteng. Dayika min morala min xweş kir û nehişt ku koçberî dilê min reş bike; û di temenekî biçûk de ez hînî lêdana tembûrê bûm." Ji bo Efrînê li tembûrê dide  Rûbî sedemên xwe yên lêxistina temnbûrê jî rave dike: "Bi lêdana tembûrê ez dixwazim bi çanda xwe bijîm û çanda xwe dewam bikim. Min tembûr neqand. Ji ber ku wexta li tembûrê didim, kela canê min û kurdayetiya min bêhtir derdikevin pêş. Lêxistina tembûrê Efrînê jî tîne bîra min." Ev qederê salekê ye ku Rûbî li tembûrê dide û hînî 21 stranan jî bûye.