Di çalakiyên rojên dawî de nexasim jî yekîneyên taybet û veşartî yên artêşa dagirker a Tirk dibin hedef. Li Colemêrgê 16 û 17´ê Tîrmehê 32 esker hatin kuştin û gelek jî hatin birîndarkirin.


Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedaran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş a gerîlayên HPG’ê dayî destpê kirin dewam dike. Di çalakiyên di çarçoveya pêngavê de 34 eskerên din ên Tirk hatin kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da, got, “16’ê Tîrmehê, saet di 21.30’an de konvoyeke artêşa Tirk a dagirker a ku ji wesayîtên zirxî pêk tê li qada Kanî Orê ya Çelê ya Colemêrgê bûye hedefa hêzên me. Hêzên me berê wesayîta zirxî ya Kîrpî ya di nîveka konvoyê de bi sabotajê îmha kir. Bi vê lêdanê re konvoy bû du beş û hêzên me li wesayîtên din jî dan. Bi roketên B7 (RPG) wesayîta kîrpî ya din jî îmha bû. Çalakiyê bi qasî nîv saetê dewam kir û bi qasî ku hatiye zelalkirin 16 eskerên dijmin hatin kuştin û gelek eskerên dijmin jî birîndar bûn.”


Gerîla yekîneya taybet 

a Tirk efû nekir

HPG´ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê 4 saetan kuştî, birîndar û enkazên wesayîtan ji qadê derxistine.

Di çarçoveya heman pêngavê de HPG´ê da zanîn ku gerîlayan yekîneyeke taybet a ku li Bajêrgê çalakiyên kontra dike û ciwanan dike ajan, xistine kontrola xwe û dema ji Bajêrgê vedigeriyan Geverê 17’ê Tîrmehê saet 10:10’an, di navbera gundên Bilindbasan û Soryayê derb li wan xistiye. Di encamê de minîbûsek tevî eskerên tê de bi temamî hatiye îmhakirin û bi qasî HPG´ê zelal kiriye 18 esker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

HPG´ê wekî din da zanîn ku 16’ê Tîrmehê hêzên YJA Starê li girê Bayê yê li Çarçelayê bi sûîkastêeskerek kuştiye. Çalakiyên din ku HPG behsa wan dike jî ev in:

17’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Mazlûm li Çelê kozikên eskerên Tirk tên derbkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

15’ê Tîrmehê, nêzî gundê Derebag ê bajarokê  Çaglayanê ê ser bi Erzînganê yekîneke veşartî ya artêşa Tirk bû armanca çalakiya gerîlayan û du eskerên Tirk li vir hatin kuştin, yek jî hat birîndarkirin

HPG´ê li ser şerên dijwar ên li Amedê jî agahî dan û got, 13’ê Tîrmehê piştî bi helîkopteran danîna eskeran di navbera gerîla û eskerên dagirker de şer qewimiye. Di encama şerê dijwar de kuştî û birîndarên artşa Tirk nehatine zelalkirin, û di şer de 4 gerîlayên bi qehremanî şerkirî jiyana xwe ji dest dane.


Baregeha eskerî bû armanca roketên gerîla

Li aliyê din doh danê sibê ji navçeya Amedê Pîranê agahiya çalakiya bi roketan a gerîlayan li dijî baregeheke eskerî hat. HGP’ê li Mewkiya Alîhan a li Pîranê bi roketan li baregeha eskerî xist. Hat zanîn ku piştî çalakiyê şerekî dem kurt qewimî. 


 BEHDÎNAN




Dîmenên gerîla û şepirzetiya eskerên dagirker


Gerîla TV´yê doh dîmenên çalakiya li Zapê ya li dijî eskerên Tirk parve kir. Di dîmen de xuya dike ku eskerên artêşa Tirk ên li herêma Zapê dest bi operasyoneke dagirkirinê kirine û li ser girekî bi cih bûne.

Vê operasyonê 16’ê Hezîranê dest pê kiribû û 9’ê Tîrmehê hêzên operasyonê bi derbxwarinê vekişiyabûn. Gerîlayên HPG’ê û YJA Star li dijî her tevgera eskerên artêşa Tirk her roj gelek çalakî li dar dixistin. Di dîmenên gerîlayan parvekirî de xuya dike ku gelek çeperên esker lê, hatine îmhakirin, gelek esker jî bi çalakiyên sekvaniyê hatine kuştin.