Di çarçoveya bernameya pêşbirgê de di navbera 6-10'ê gulanê de ji 36 bajaran, 720 lîstikvanen Astengdarên Bihistinê yên Stêrk" (kur û keç) tev li Şampiyona Tirkiyeyê bûn. Di musabaqaye de Tîmê Futbolê ya Dibistana Seretayî ya Astengdarên Bihîstinê ya Surkentê ya Amedê di nava 36 bajarên li Tirkiyeyê de bû yekemîn. Di tûrnûvaya ku li Sinopê pêk hat de Tîmê Sûrkentê di nava 320 lîstikvanên astengdarê bihîstinê de bû şampiyonê Tirkiyeyê. Tîmê Sûrkentê, Tîma Dibistana Astengdarê Bihîstinê ya Mimar Sinan a Stenbolê bi 1-0 têk bir û bû yekemîn. Tîma Sûrkentê di musabaqayê de qet gol nexwarin û bi tevahî 13 gol avêt tîmên dijberî xwe.
AMED