Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku roja 29’ê Mijdarê li Îdirê derbeke giran li ‘Tîmên taybet ên Tirk’ hatiye xistin.  Navendê li ser çalakiyên gerîla yên li Îdir, Mêrdîn û Colemêrgê hatin kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, hêzên me roja 29’ê Mijdarê saet 14:30´an li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke bi tîpa transît a ku polîsên tîmên taybet tê de bûn, li cihekî navbera qereqolên Şilê û Kozîlî, çalakî pêk anîn. Di encama derbên giran de wesayita transît îmha bû. Bi qasî ku hat tespîtkirin 8 tîmên taybet ên dijmin hatin kuştin, lê hejmara kuştiyan zêdetir e. Hêzên me di heman demê de li çeperên dijmin ên li girê Kozîlî û tankekê jî xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li tankê ket, leşkerekî dijmin hat kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakirin.”


Hêzên Artêşa Tirk li Mêrdînê jî derb xwarin

HPG´ê da zanîn ku 28’ê Mijdarê danê sibehî li nêzî gundê Şêx Mehmûd ê li navçeya Mehsert a ser bi Mêrdînê, gerîlayan bi yekîneyeke artêşa TC a dagirker hesiyane û dor lê girtine û wiha dewam kir: “Hêzên me bi derbên xurt li yekîneya dijmin dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê yekîneya dijmin nehat zelalkirin.

Demeke kin piştî vî şerî, cerdevanên gundê Mermarayê gule li hêzên me reşandin û ji bo demeke kin şer qewimî. Di vî şerî de jî hejmara mirî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Yekîneya me bi rengekî serketî vegeriya qadên xwe.“


Li Şemzînanê jî 2 esker hatin kuştin

HPG´ê da zanîn ku 29’ê Mijdarê, kepçeyeke li pêşiya nîzamiya Girê Ronayî yê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bûye hedefa gerîlyan, kepçe hatiye îmhakirin û herî kêm 2 eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. 


ANF / BEHDÎNAN




Gerîla TV derba xwe weşand



Gerîla TV dîmenê çalakiya 23’ê Mijdarê ya gerîlayên YJA Starê ya ku li Silopiyayê pêk anîn û wesayiteke zirxî rûxandin, weşandin. Di dîmenan de xuya dike ku bi roketeke bi serik, maşîneke zirîhpoşa a Tirk tê rûxandin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê gotibû:

“23’ê Mijdara saet di 11:30 de, li navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayiteke zirxî ya artêşa TC a dagirker a bi tîpa ‘dag geyîgî’ ku ji qereqola Giryareşê diçû qereqola Gitê, bû hedefa hêzên me yên YJA Starê. Bi derbên xurt ev wesayit hat rûxandin. Hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehat zelalkirin.”